Rojnameya Heftane

Teşebiseke pêwîst û wêrek

Zekî Gûrûr

Avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî teşebiseke pêwîst û wêrek bû. Ger tor bikaribe xwe bigihîne hemû kurdan û cîgehên ku kurd lê dijîn, dê mekanîzmayên dînamîk di nav kurdan de ava bike

Onto-polîtîkaya neteweyî û zimanî/çandî ya li ser kurdan li Tirkiyeyê zêde ji hev cuda nehatiye avakirin. Reftarên li dijî kurdan û ziman/çanda wan, di nav daîreyeke yekpare de ne û encamên wan jî bi hevdu ve girêdayî ne. Geşedan û serboriya kurdî li Bakur û li Tirkiyeyê di nav berxwedan û êrîşan de teşe girtiye. Ziman çiqas alava kolonîzekirinê be ewqas wek alava dekolonîzekirinê jî tê fehmkirin. Loma di wê onto-polîtîkayê de, bertek, îtiraz, keftûleft û berxwedana kurdan û kurdî jî, di nav wê daîreyê de encam daye. Ji ber vê rageşiya ontolojîk, kurdî nikare bibe meseleyeke asayî. Têkçûna wê jî, rewac û serkeftina wê jî bi vê onto-polîtîkayê ve girêdayî ye. Li aliyekî polîtîkayên zimankujî û çandkujiyê, li aliyê din berxwedana li dijî wê tê dayîn. Li aliyekî mekanîzmayên piştaftinê, li aliyê din hewldana têkbirina wan mekanîzmayan û berxwedana domdar a li dijî wê. Polîtîkayên pişaftinê, bingehîn, dîrokî û sîstematîk in, lê nemaze di 3-4 salên dawî de dozaja wan û encamên wan, alarm û hişyariyekê dide û bangewaziyekê li kurdan dike. Nexasim piştî pratîka qeyûman û vesazkirina sîstema dewleta tirk, êrîşên li ser ziman û çanda kurdî jî bi sîstematîktir tên meşandin. Ew polîtîka tenê ne Bakur, êdî di pratîkê de li Rojava jî tê meşandin. Helbet kêşeyên ziman û çanda kurdî meseleyeke piralî û berfireh in û çareserkirin û normalîzekirina wan karê plansaziyeke bi salan e. Di vê plansaziyê de pêdivî ji doh zêdetir bi hevahengiyekê heye. Geh ji ber xemnexuriya navxweyî, geh jî ji ber pêkutî û spartina ji derve, ziman û çanda kurdî nikare ji xwe re cokên siruştî ava bike. Di nav vê rewşê de ziman û çanda kurdî geh bi ser polîtîkayê re tê nirxandin, geh wek alaveke polîtîk, geh wek qadeke berxwedanê, geh jî êdî wek sembolekê tê teswîrkirin. Her çi dibe bila bibe lê tenê hewldana kurdan dê bikaribe vê rewşê biguherîne, berevajî bike û têk bibe. Yekane aktor û muxatabê vê rewşê bi hemû reng û dengên xwe, kurd bi xwe ne.

Li bakurê Kurdistanê, di van demên dawî de, ji bo ku balê bikêşe ser rewşa zimanî û xetereya pişaftinê bixe rojeva kurdan, hin hewldan tên dayîn, hin teşebis tên destpêkirin. Dawiya hefteyê komcivîneke berfireh li Amedê hate organîzekirin û 270 kes beşdarî vê komcivînê bûn. Gelek dezgeh, şexs û fikrên cuda, der barê rewşa ziman û çanda kurdî de danûstandin û gengeşe kirin û avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî deklare kirin. Navê torê di komxebata pêşîn a 22-23’yê mijdarê de wek Tora Ziman û Çandan hatibû diyarkirin, lê ev nav bi daxwaza beşdaran, bi rêbazeke demokratîk hate guhertin. Di komcivînê de 12 maseyên tematîk û cur bi cur ên wek Maseya Weşangeran, Maseya Nivîskaran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Odeyên Pîşeyî, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Karsazan, Maseya Ragihandinê, Maseya Akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, Maseya Saziyên Jinan û Maseya Saziyên Zarokan hatin avakirin û di maseyên tematîk de babetên spesîfîk hatin diyarkirin û li ser wan gengeşe hatin kirin û rapor hatin pêşkêşkirin.

Di komcivînê de du rojan babetên wek mafên zimanî/çandî, pêwendiya ziman û nasnameya neteweyî, avakirina rê û rêzikên xebatên sivîl, arîşeyên navxweyî û derveyî yên ziman û çanda kurdî, astengiyên bingehîn ên li ber kavdana ziman û çanda kurdî, nexşerê, plansazî, statû û rêzikên bernameya xebata torê û delîveyên berfirehkirina torê hatin gengeşekirin. Di tabloya ziman û çandî ya li Bakur de, ji bo têkbirina polîtîkayên pişaftinê, rol û mîsyona siyasetvan, rewşenbîr, hunermend û civakê hate gengeşekirin. Rexne, tesbît û pêşniyazên pêwîst û pratîk hatin pêşkêşkirin. Sekreteryayeke berfirehkirî ya nû hate avakirin û ji bo meşandina karên torê, amadekirina rêziknameyê, diyarkirina logoyê û karîgerkirina torê, dest bi xebatan kir.

Avakirina platform û dezgehan karekî hêsan e, lê tişta girîng û zehmet ew e ku meram pêk bê, niyet hasil be. Ji bo wê jî ji bernameya torê bigire heta meşandina karê wê, ji berfirehkirina wê bigire heta karîgerkirina wê, kurd û sazî û dezgehên kurdan dê dahatûya ziman û çanda xwe diyar bikin. Avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî, di dirêjahiya dîroka berxwedana ziman û çanda kurdî de ne destpêkek e, xelekeke serboriya berxwedana wan e. Beriya niha jî bi heman rengî gelek kar hatin kirin û heta dereceyekê encam jî hatin bidestxistin. Lê tişta ku li ser kurdan ferz e, domandin û xurtkirina hewldanên bi vî rengî ye. Her çend di salên dawî de bergindî êrîşên sîstematîk bêhêvîtiyek di nav kurdan de belav bûbe jî, sînerjiya ku ji komcivînê derket meydanê, geşedaneke pozîtîf bû. Gilî û gazinên ku ne li meydana girseyî tên kirin, di komcivînê de hatin kirin.

Avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî teşebiseke pêwîst û curetkar bû. Ku tor bikaribe xwe bigihîne hemû kurdan û cîgehên ku kurd lê dijîn, mekanîzmayên dînamîk di nav kurdan de ava bike, dê hem bigihê armanca xwe, hem jî roleke damezrîner û sereke bilîze. Em baş dizanin, ziman jî wek jiyanê, bi berxwedan, xebat û afirandinê mezin û ava dike. Em bi hêvî ne ku ev pêngav wê rêçekê veke û ji bo serkeftin û azadiya zimanê me kurdan.