Rojnameya Heftane

Tev kurên kûçikan e

Carekê 3 heval li çoleke derdora Reqaya Sûriyeyê asê dimînin. Çend rojan bê xwarin dimînin û tu bajarekî an jî gundekî ku nêzî wan be, tune ye. Li wê çola xwedê ji hawhaw ketî dibînin ku guhên heywanekî wekî kîvroşkekê xuya dike. Yek ji wan dibêje hûn li vir bimînin carê dinihêre çavê wî li we ye ez ê ji paş ve herim belkî em wê kîvroşkê bigirin û zikê xwe pê têr bikin. Welhasilî zilam diçe ji paş ve lê dizîvire, digihîje nêzî wê, xwe qulûz dike û kevirekî li nav serê wê dide. Hîna difirfite xwe digihîne ser û wê serjê dike. Wiha hevalê wî jî pê ve tên. Yek ji wan dibêje kuro lawo ev rovî ye, yê din dibêje rovî rovî ye ma çi dibe, goştê roviyan jî tê xwarin. Yê din dibêje lawo roviyê çi bi xwedê ew wawîk e. Yê ku ew nêçîr kiriye dibêje de bese lo em ji birçîna ketin hûn çi dibêjin. Yek ji wan dibêje rovî, yê din dibêje wawîk. Rovî be jî, wawîk be jî tev kûçik kurên kûçikan e. Bi qesem ew kûçik be jî em ê goştê wî bixwin, kuro lawo li vê çola xwedê em ji birçîna mirin.