19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tev li mîtînga ji Ocalan re Azadî bibin’

Însiyatîfa “Azadî ji Abdullah Ocalan re” dê di 2’yê cotmehê de li bajarê Strasbourgê bi daxwaza azadiya Ocalan mîtîngekê li dar bixe.

Însiyatîfê têkildarî mîtîngê daxuyaniyek da û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êdî ji îşkenceyê wêdetir e. Gihîştiye asteke metirsîdar. Nabe li hemberî vê yekê em bêdeng bimînin.”

‘Konseya Ewropayê erka xwe nake’

Însiyatîfê da zanîn ku Konseya Ewropayê ji ber sedemên siyasî erka xwe pêk nîne û wiha dewam kir: “Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) di raporên xwe de diyar kiribûn ku şert û mercên li Îmraliyê nayên qebûlkirin. Divê bêne guhertin. Tevî vê yekê jî di sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de tiştek nehate guhertin.”

Însiyatîfê destnîşan kir ku berovajî vê yekê ji 25’ê adarê ve tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin û wiha lê zêde kir: “Têkiliya Abdullah Ocalan a bi derve re, ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi temamî hatiye birîn.”

Banga beşdarbûna mîtîngê

Însiyatîfê ji bo mîtînga girseyî ya di 2’ê cotmehê banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Bi beşdariya bi sedan dost û kurdistaniyan bi dirûşmeya ‘Dem Dema Azadiyê ye – Azadî wê bi ser bikeve – Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê’ li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li ber Konseya Ewropayê em mîtîngê li dar dixin. Em bang li kurdistaniyan û dostan dikin ku tev li mîtînga me bibin û daxwaza azadiya Rêber Apo bînin ziman.”

‘Kurd û dostên xwe dicivin’

Mîtîng wê 2’ê cotmehê saet di 13:00 de li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk were û gelek kesayetî û saziyên ji welatên cuda wê peyamên xwe li mîtîngê parve bikin.

Ji damezrînerên Kampanya Azadî ji Ocalan re û Dîrektorê Lêkolînê û Navneteweyî ya Sendîkaya UNITE Simon Dubbins, ji Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Îtalyayê Prof. Laura Corradi, Hevseroka Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) Renee Le Mignot, Serokê Yekîtiya Parastina Azadiyan û Mafan a Navneteweyî (AIDL) Dr. Mohamed Al Shami û ji Fransayê Nûnerê Sendîkaya Solidaires wê li mîtîngê amade bin.