Rojnameya Heftane

Tevgera Chîpkoyê

Têkiliya jin-xwezayê têkiliyeke dîrokî û li gorî rastiyên heyî jî têkiliyeke şênber e. Ev têkilî hem ji aliyên lêkolînên arkeolojiyê ve hem jî di hin mîtolojiyan de hatine vegotin

Navenda Nûçeyan

Di sala 1730’yan de ji aliyê împaratorê Hindistanê ve, ji bo di înşaata qesrê de werin bikaranîn biryara birîna darên li derdora gundan tê dayîn. Ji ber vê biryarê, jinên gundan radibin ser pêyan û li dijî leşkerên împaratorê Hindistanê, li dora daran kom dibin. Nêzî 363 kes bi biryara ku dê darên xwe biparêzin, bi destê hevdu digirin û ji her darekê re dibin sîper, ji ber ku dar ango şînahî di baweriya hîndûîzmê de pîroz e. Lê helbet ji aliyê leşkerên împaratoriyê ve, 363 kesên li derdora daristanê bûne çeper tên qetilkirin. Piştî vê çalakiyê împaratorê Hindistanê qanûna ‘êdî dar neyên birînê’ derdixe. Her çiqas di çalakiyê de bedel hatibin dayîn jî, digihêje armanca xwe.

Piştî 250 salan (1970) careke din li Hindistanê li herêmên nêzî çiyayên Hîmalayan, ji aliyên hêzên dewletê ve ji bo rantê biryara birîna daran tê dayîn. Ji wê çalakiya ku di sala 1730’an de hatî kirin ve, jinên Hindistanê hêz digirin û dîsa bi heman rengî li derdora daran kom bi kom bi destê hev digirtin û li dora daran dibin xelek. Ev çalakî jî wekî Chîpko (di zimanê hindî de tê wateya pêçan, pêçandinê) tê binavkirin. Di nav sê  çar salan de ev terza çalakiyê di demeke kurt de li Hindistanê belav dibe. Ev yek jî rê li ber reformên ji bo parastina hemû daristanên Hindistanê vedike. Helbet hem ji bo çalakiya yekemîn a di 1730’an de hem jî ji bo vê çalakiyê hem jin hem jî mêr li ber xwe didin lê tê zanîn ku pêşengiya van çalakiyan jinên hindistanî kirine.

Têkiliya jin-xwezayê têkililyeke dîrokî û li gorî rastiyên heyî jî têkiliyeke şênber e. Ev têkilî hem ji aliyên lêkolînên arkeolojiyê ve hem jî di hin mîtolojiyan de hatine vegotin, di vê mijarê de gotina ‘jin her tim pêşeng e’ derkeve pêşiya me. Ev rastî di dîroka çalakiyên Hindistanê yên xwe ji bo xwezayê dixin pêşeng de jî derkeve pêş. Çanda bêîtîatiya sivîl (çalakiyên wijdanî yên li dijî dagirkeran li ber xwe didin) her çiqas bi Mahatma Ghandî re hatibe naskirin jî, ev yek bingeha xwe ji têkiliya jin-xwezayê digire. Di çalakiya yekemîn a 1730’yan de em dikarin bêjin ku ev şêweya çalakiyê her çiqas bi baweriya hîndûîzmê ve bê girêdan jî, ev yek têkiliya jin-xwezayê bi xwe ye.

Wekî tê zanîn, pêşengiya jinên Chîpkoyê ango jinên hindistanî dibe bingeha ekofemînîzmê jî. Ev ekola ku di sala 1974’an de ji aliyê jina bi navê Françoîse d’Eaubonneyê ve wekî şoreşa ekolojiyê tê bipêşxistin û xwe li ser fikra ‘ji bo xelasiya cîhanê pêşengiya jinê nebe nabe ye’ bi pêş dixin. Di sala 1976’an de jî ji aliyê jina bi navê Ynestra Kîngê ve fikra ‘çewisandina jinan û çewisandina xwezayê wek hev e’ tê bipêşxistin.

Bizava ekofemînîzmê texrîbata xwezayê wekî berdewama pergala baviksalariyê, hişmendiya mêrê serdest, kapîtalîzm, nijadperestî û bi qeyrana ekolojiyê ve dibînin. Mêtingeriya ku li ser xwezayê tê kirin bi zordestiya li ser xwezayê tê kirin ve heman tişt e û ji bo vê yekê jî xelasiya xwazayê bi xelasiya jinê ve girêdayî ye. Azadiya wan bi hev ve girêdayî ye. Ekofemînîst di gelek çalakiyên li hemberî şerê nukleerî û di yên li dijî çekan de cih digirin. Di salên 1980’yan de bi komên aktivîstan û konferansan her diçe belav dibe. Ji Amerîkayê heta Kanada, Ewropa û Avustralyayê jî diçe.

Yên niha vê bizava ekofîmînîst bi awayekî şênber didomînin jinên mîna Vandana Shivayê ne. Lê ev tevgera ku bi pêşengiya jinên Hindistanê hatibû destpêkirin, niha bi awayekî birêxistinkirî ji aliyê jinên rojavayê Kurdistanê ve û hemû jinên xwezahez ve tê domandin.