16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgera Talîbanê çawa xwe fînanse dike

Rizoyê Xerzî

Tê texmînkirin ku tevgera Talîbanê yek ji tevgerên çekdar ên cîhanê ya herî zengîn e. Piştî 20 salan ji şer û pevçûnên dijwar ên bi hêzên DYA û hevkarên wê re Talîbanê çawa dikaribû xwe fînanse bike û ewqas lêçûnên şer û endamên tevgerê ji ku peyda dikirin?
Talîbanê di navbera salên 1996 û 2001’ê de desthilatdariya Afganistanê kiribû, piştî destwerdana hêzên navneteweyî û şerê 20 salan tevgera Talîbanê hem bi hejmara xwe û hem bi hebûnên di destê xwe de mezintir bû. Niha di navbera 70 heta 100 hezar endamên vê tevgerê hene ku berî destwerdana DYA û hêzên hevpeymanê hejmara wan derdora 30 hezar çekdarî bû.
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî hatinên tevgera Talîbanê di sala 2011’an de derdora 400 milyon dolar bû û di sala 2018’an de dahateyên wê zêde bûn û mehane giha derdora 1.5 milyar dolar.

Pergala baceyan

Li gorî rapor û hevdîtinên ku ji alî BBC’yê ve li derve û hundirê Afganistanê hatine amadekirin, pergaleke tevgera Talîbanê ya ferzkirin û daneheva baceyan heye. Yek ji van çavkaniyan pergala alîkariyan e, gelek kes ji Pakistan, Erebistana Siûdî, Îmaratên Erebî, Qeter û hin deverên din bênavber alîkarî didan vê tevgerê. Tevî ku gelekî zehmet e mirov bizanibe çiqas pere ji wan dihatin lê li gorî texmînan hatinên ji alîkariyan digihîje derdora 500 milyon dolarî.
Li gorî hin raporên istixbareta DYA’yê di sala 2008’an de derdora 106 milyon dolar ji aliyê hin welatên Kendavê ve alîkarî ji Talîbanê re hatiye şandin.

Bazirganiya madeyên hişbir

Her çendî tevgera Talîbanê vê tewanbariyê red jî dike ji gelek aliyan ve tê texmînkirin ku ev tevger bi rêya bazirganiya madeyên hişbir û afyonê gelek pereyan bi dest dixe. Salane li Afganistanê derdora 1.5 heta 3 milyar dolarî ji bazirganiya afyonê bidest dixe. Li gorî hin çavkaniyên afganî tevgera Talîbanê ji sedî 10 baceya xwe ji cotkar û bazirganên afyonê bidest dixist.

Baca ji afyonê

Dahateyên Talîbanê ji bazirganiya afyonê ji 100 heta 400 milyon dolarî ye. Tevgera Talîbanê ne tenê ji afyonê bac digirt, di sala 2018’an de bi nameyeke vekirî bang li bazirganan kir ku baceyên xwe yê gumrikê nedin kesekî din. Dema ku bazirgan di deverên di bin destê Talîbanê de derbas dibûn diviyabû ku baceyê bidin wan. Her wiha bi salan bace ji wesayît û kamyonên ku alîkarî dibirin ji hêzên navneteweyî re jî distandin. Wekî mînak serokê şirketa elektrîkê di sala 2018’an de dabû xuyakirin ku tevgera Talîbanê li deverên di bin kontrola xwe de dahateyên wê ji fatûreyên elektrîkê salane derdora 2 milyon dolar bû.
Ji aliyekî din ve erda Afganistanê bi madeyên hêja û kevirên heqîqî jî zengîn e. Ji wê derê jî Talîbanê hatinên mezin bidest dixistin. Her wiha li gorî rapora salane ya Neteweyên Yekbûyî, Talîbanê ji kanên ne fermî yên madenan salane derdora 10 milyon dolar bidest dixist.