spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgera Talîbanê gef li Tirkiyeyê xwar

Tevgera Talîbanê îro bi daxuyaniyekê Tirkiyeyê hişyar kir û got biryara Tirkiye ya mana li Afganistanê biryareke şaş û ne di cih de ye.  Talîbanê got ku biryara rayedarên hikûmeta tirk ne biryareke aqilane ye û tê wateya binpêkirina serweriya axa welatê me.

Tevgera Talîbanê piştî demeke kurt ji daxuyaniya rayedarên tirk a ji bo parastina balafirgeha Kabîlê bi daxuyaniyekê hêzên biyanî hişyar kir. Talîbanê da xuyakirin ku ew dê hemû hêzên biyanî li welatê xwe wekî  hêzên dagirker bibînin.

Li gorî Talîbanê derdora ji sedî 85 ji axa Afganistanê ketiye bin kontrola wan, her wiha piraniya deriyên sînor jî di bin kontrola wan deye.

Ji aliyekî din ve rayedarên hikûmeta Afganistanê jî dan xuyakirin ku em amadekariya xwe dikin da ku êrîşî deverên ketine bin kontrola Talîbanê bikin.