25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevî boykotê Îran dê serokê xwe hilbijêre

Hilbijêrên îranî îro dengê xwe ji bo hilbijartina serokekî nû bi kar tînin. Wekî tê zanîn beriya derdora heftiyekê ji hilbijartinan re saziya bilind a hilbijartinan berendamtiya gelek kesan red kir. Kesên ku berendamtiya wan nehate pejirandin tev kesên reformîst bûn, kesên ku dixwestin guhertin di rejîma Îranê de pêk werin û reforman pêk bînin di vê rewşê de ku aloziya aborî û siyasî li Îranê heye.

Dê hilbijêr dengên xwe ji bo 4 berendaman de bi kar bînin, ku piraniya wan kesên nêzî rejîmê ne û kesên tundîparêz û hişk in. Tê gotin ku yek ji berendamên herî xwedî şensekî mezin û yê ji alî piraniya rayedarên rejîma Îranê tê destekkirin, Ibrahîm Reîsî ye. Reîsî mirovekî dîndar e ji şîiyên muhafezekar e û salên dûvedirêj bi peywîrên cuda cihê xwe di asta herî bilind a dadgeriyê de girtiye.

Di vê pêşbirkê de tenê dibe ku Abdulnasir Himetî bi Reîsî re rikberiyê bike, ji ber ew wekî berendamên din ne tundîparêz û hişk e, dibe ku şensekî wî hebe. Lê ji ber ku gelek aliyên reformxwaz dê tev li hilbijartinan nebin, ew şens hinekî kêm dibe.

Bi her halî îro di asteke gelekî kêm de be jî dê hinek kes biçin û dengê xwe bidin lê di encamê de dê serokek were hilbijartin û siyaseta wî welatî li gorî vî kesî were meşandin. Ya rast wekî hemû hilbijartinên şiklî yên li welatên Rojhilata Navîn çêdibin, di van hilbijartinan de jî zêde senaroyoyên cuda xuya nakin û tê payîn ku rejîma heyî berdewam bike.