20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Thunberg: Dewletên cîhanê naxwazin qeyrana avhewayê bibînin

Di 22-23’ê nîsanê de li Amerîkayê ‘Civîna Avhewayê ya Serokên dewletan’ bi pêşengtiya Serokê Amerîkayê Joe Biden û cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harrisê re destpê kir. Di civîna ku li ser online pêk hat de gelek serokên dewletan û aktîvîsta swêdî Greta Thunberg tev li bûn.

Aktivîsta ciwan Thunberg polîtîkayên dewletên cîhanê yên derbarê avhewayê de rexne kirin û da zanîn ku serokên dewletan çavê xwe ji qeyrana avhewayê re digirin û wiha got: “Mirovên wek we yên ku niha desthilatdar in, gelo hûn ê hete kengî xwe ji van rastiyan dûr bixin? Hûn ê heta çi wextî qeyrana avhewayê, boyuta kurewî ya wekheviyê, emisyonên dîrokî ji nedîtî ve bên? Dibe ku hûn niha bi vî awayî xwe ji rastiyê dûr dixin lê helbet dê civak van polîtikayên we yên xerab ferq bikin.”

Greta Thunberga di axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên serokên dewletan û diyar kir ku serokên dewletan hê jî ji îdiayên xwe yên derbarê kêmkirina emisyonê, pir dûr in û ev tişt anî ziman: “Sal bûye 2021 mixabin, em hê jî li pey van nîqaşên parastina avhewayê ne. Rezalata herî mezin ew e ku dewlet hê jî rasterast an jî neyekser bi pereyên gel sûbvanseyê dikin. Ev yek jî tê wateya ku hûn dewletên cîhanê, yek ji we jî rewşa lezgînî ya avhewa fam nake.”

Her wiha Thunberg li gel rexneyên xwe yên li serokê cîhanê kir, sekna jenerasyona heyî jî di mijara qeyrana avhewayê de rexne kir û ew wek kesên ‘bê berxwedêr’ pênase kir û axaftina xwe wiha dawî kir: “Dê nivşên nû, li dijî van nêzîkatiyên dewletên cîhanê û yên jenerasyona heyî ku qeyranê ser guhê xwe ve diavêjin, li ber xwe bidin.”