20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tifaqa Kurdistanî: Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin

Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, der barê plansaziya pîrozbahiyên Newroza 2021’ê de li navçeya Sûrê ya Amedê civiyan û deklarasyona Newrozê aşkera kirin. 

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşitî, nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyan beşdarî civînê bûn. 

Di civînê de pankarta bi dirûşma Newroza îsal “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” û pankartên bi nivîsên “Jin wê bi serhildanên xwe agirê Newrozê geş bikin”, “Newroz ji bo azadiya gelan doz e, ji bo yekitiya kurdan soz e” û “Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê bişikînin” hatin daliqandin. 

Daxuyaniya bi sernavê “Cejna Newrozê Li Netewa Kurd Pîroz Be” hat xwendin wiha ye:

Li Rojhilata Navîn, li Asyaya Navîn û gelek deverên cîhanê Newroz bi helwest û bi awayên cuda tê pîrozkirin. Lê Newroz di nav van sed salên dawî de ji bo gelê kurd bûye cejneke neteweyî. Çirûskên agirê Kawa li çol û çiyayên herêmê belav bûye, şewqa agirê Kawa, çiya hişyar û rohnî kirine.

Newroz her sal di 21’ê Adarê de li hember Dehaqên serdemê, geşkirina hişmendiya Kawa ye.

Newroz ji bo miletê kurd xwedî wateyek pîroz e! Bi serhildana Kawayê hesinkar alaya Newrozê berz dibe. Newroz serhildana li hemberî zext, zilm û her cure bêedaletiyê ye…

Her Newroz berxwedanê xurtir dike

Em tevî şert û mercên dijwar pêşwaziya Newroza 2021’ê dikin. Îro roj hem li cîhanê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Kurdistanê, alozî her diçe kûrtir, zext û çewisandinên Dehaqan zêdetir dibin. Ew hêz dixwazin gelan bifetisînin û desthilatiya xwe qayîm bikin. Ji Efrînê heta Girê Spî, ji Serêkaniyê heta Kerkûkê, ji Rojhilat heta Bakur gelê Kurd bi êrîşên giran re rû bi rû maye.

Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan û zext û çewisandinên li ser kurdan gihîştine asta herî bilind. Ev tê wateya înkarkirina gelê kurd.

Her Newroz berxwedan û têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê xurtir dike. Îro her çiqas li Kurdistanê, polîtîkayên şer û tunekirina gelê kurd zêdetir bibin jî divê em bi birêxistinbûn û bi biryardariya xwe li dijî van êrîşan rawestin. Sekna me dikare me bigihîne azadiyê.  

Bila ev bibe Newroza yekitiyê   

Divê Newroza îsal bibe sembola yekitiyê û em piştgiriyê bidin xebatên yekitiya neteweyî yên li başûr û rojavayê Kurdistanê. Ji bo me her gava ku ji bo yekitiyê tê avêtin girîng e. Yekitiya neteweyî dibe bingeha azadiyê.  

Pirsgirêka tewra mezin a Rojhilata Navîn pirsa kurdî ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê di serî de gelê kurd were naskirin û mafê rewa yê kurdan were dayîn. Yên ku xwe nadin ber çareseriya vê pirsgirêkê û ji aştiyê direvin rewşê xerabtir û krîzên heyî kûrtir dikin. Em ê bi agirê Kawa ve govenda xwe bigerînin û yekitiya xwe qewî bikin.

Em Newroza îsal bi dirûşma “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin”  pîroz dikin. Newroz xemla aştiyê ye, helwesta yekitiyê ye, silava biharê û mizgîniya azadiyê ye.

Newroz li gelê kurd û hemû kurdistaniyan pîroz be!

Newroz li tevahiya gelên herêmê pîroz be!” 