spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TİHV’ê rapora binpêkirina 4 salan aşkera kir

Akademiya Waqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TİHV) bi navê ‘Qedexekirina kolanan û  Îxlalên li dijî kombûn û pêşandanê’ xebatek kirin.

Akademiya TİHV’ê rapora xwe de li ser binpêkirinên di navbera salên 2015 û 2019’an de sekinin. Li gor daneyên xebatê di 4 salan de 4 hezar û 771 îxlal çêbûne, 20 hezar û 71 kes jî hatine binçavkirin ji wan 662 kes hatine girtin.

Di heman demê de ji ber bikaranîna mafê civîn û pêşandanê derheqê 4 hezar û 907 kesan de doz hatiye vekirin. 13 hezar 370 meh cezayê girtîgehê li 999 kesan hat dayîn, li 63 kesan jî 268 hezar û 235 TL cezayê pere hat birîn.

141 kesan jiyana xwe ji dest dan

4 hezar û 450 kes tundiyê ji polîsan dît, 90 kes jî ji aliyê polîsan ve bi çekan hatin birîndarkirin.Di civîn û pêşandanan de 19 kes bi tundiya polîsan , 141 kes jî di êrişên bombayê de bi tevahî 160 kes jiyana xwe ji dest dan.

3 hezar û 983 îxlal di çalakiyên protestoyê de, 358 di çalakiyên siyasî de, 124 îxlal di çalakiyên spor, huner û çandê de, 77 îxlal di cenaeyan de hatin kirin. Di qedexeyên çalakiyên gelemperî de jî 229 îxlal hatin jiyîn.

Îxlalên herê zêde di protestoyan de pêk hatine

Ji sedî 98 îxlal di qadên vekirî de pêk hatin. Îxlalên herî zêde li protestoyên KHK’yan de û di mijarên pirsgirêkên kurdan de hatin jiyîn.

Herê zêde parêzer, sîyasetmedar, rêveberên komele/sendika/odeyan, hunermed û akademîsyen rastê îxlalan hatine.

Li gor daneyên xebatê hat diyarkirin ku di 4 salan de 31 bûyerên tundiyê li hember sîvilan çêbûne. Di 5 hezîrana 2015’an de 5 kes di êrişa di mîtînga HDP’ê de, 33 kes di êrişa Pirsûsê de, 103 kes jî di êrişa li Gar a Enqereyê jiyana xwe ji dest dan.

Di 2015’an de 10 kes, di 2016’an de 8 kes, di 2017’an de kesen ji ber tundiya polîsan ve hatin qetilkirin. 15 kes bi çeken polîsan 2 kes jî ji ber zêde bikaranîna gazê jiyana xwe ji dest dan.