spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tiliya di kunmozê de!

Seyidxan Anter

Li dibistana ‘Brynas’, bi Eva re em ketin dersa pola çaran. Dersa me li ser mîtolojiya swêdiyan bû. Eva gelekî ji xwe razî bû û hulkasî jî bi xwe dadiket. Bêhemdî, li şûna wêneyên mîtolojîk, yên newiya xwe nîşanî şagirtiyên xwe da. Dûra lêborîn ji şagirtan xwest û dest bi dersê kir. Xala bingehîn ya mîtolojiya swêdiyan xweda û xwedawendên ASA ( Asa gudar) ye. Di mîtolojiya yewnanan de Zeus çawa be, di mîtolojiya swêdiyan de jî Oden wisa ye. Li gorî mîtolojiyê, ji bo zanyariyê bi dest bixe û wê ji binê bîrê derîne, Oden çavek xwe kiriyê gorî.

Van demên dawî zana, lêkolîner û niviskarên kurd wekî Bahoz Şawata, Evîn Çîçek, Mihemed Erzuromî û gelek kesên din, dest avêtine mijarên dîrokî, serpêhatî, wêje û mîtolojiya xwe bi xwe dinivîsînin.Yek ji van berheman, di roja pitûkan ya UNESCOyê de, weşanxaneya APEC bi navê Mala Zalê û Teyrê Sîmir berhemek çap kir. Nivîskarê pirtûkê Amed Tîgrîs e. Amed Tîgris bêhtir bi berhemên xwe yê di derbarê ziman û perwerdeyê de, kitêbên bi navên Licê û Amedê naskirî ye.

Bi bejneke kin, gotinên giranbiha, meraqdariyek zarokan û zanyariyeke pîran, bi karê xwe rabûye û tiliya xwe kiriye kuna mozan. Wa xuyaye Restemê Zal “xortê lîcî” terkedinya kiriye.

Tirkan bi filmê “Zaloğlu Rustem”, Restem kirine xizmê xwe, ne tirk lê turkmen. Faris Restemê Zal wek lehengê xwe dibînin. Hin nivîskarên kurd jî, bi kefteleft li dijî wê texrîbatê derketine û tûşî çewtiyên mezin bûne. Restemê Zal anîne çiyayên dora Licê, çiyayên hemberî Farqînê, an jî mîna Amed Tigrîs dibêje: “Ristem anîne Amedê, birine ber Pira Dehderî, li Mizgefta Mezina ya Amedê pê nimêja înê dane kirin. Birine Xana Hesen Paşa ya ku di navbera salên 1572 û 1575’an de hatiye çêkirin çayê dane wî…” Helbet mafê mirov û fantaziyê heye , lê heyra Zerdeşt li ku û Muhemed li kuderê!

Amed Tîgrîs, Amedî birine Zibilistanê an jî Sistanê, nêzîkî Xorasanê, warê Mala Zalê. Û çaxa wan dibe wir, em fêrî pêwendiyên cîvakî û aborî yê serdema kevnar dibin: “Ji her derê welêt û heta ji Amed, Hatûşa, Nînovayê dîwarbend, dartiraş, hesinkarên herî binavûdeng û xwedî huner kom kiribûn. Bi sedan kole û dîl li ber destên wan dixebitîn. Bi gilare, qitor û mencenîqan kevir û mermerên mezin derdixistin qatên jorîn. Ji ax û xîz (qûm) rêyên evrazî çêkiribûn.” Helbet mirov nikare bi çavên îro li doh binêre.

Dibêjin dîrok ne wek kopya xwe, lê mîna alimê rûs gotiye; bi kiras û rengekî din xwe dubare dike. Çaxa em bala xwe bidin serpêhatiyên Kawayê Hesinkar û Mala Zalê em vê yekê dibînin: Em carek din dibînin, di warê egîdî û qehramantiyê de ne hêsan e kes lingên xwe li yên kurdan bide. Em carek din dibin şahid, ji serdema mala Zalê û wir de, kurd ji xwe bêhtir bi kêrî xelk, ol û netewên din hatine. Û hîna jî ji wê toz û gemarê me xwe têr daneweşandine.

Nivîskarê Mala Zalê û Teyrê Sîmir, Li nav bexçê ol, evîn, adet û folklora kurdan, derketiye seyranê. Diyaloga bi Zerdeşt re, ya di der heqê hizra çê, gotina baş û kirina rind de alîkariya me dike ku em ola wî binasin. Ji derhêneran re materyaleke fîlm û tiyatroyê pêşkêş dike. Vê pirtûkê, hestên evînî yên ji kûrahiya dilên kurdan carek din fûrand…
Amed Tîgrîs nexşeyekê pêşkêşî me kiriye. Nexşeyeke ku piraniya me hay jê tune bû. Li hespê xwe siwar dibe, di nav sînorên mîtolojî, dîrok, çand û wejeyê de, di navbera bûyer û fantaziyê de diçe û tê. Hespê wî lê germ bûye.

Îca te dil hebe tu mîtolojiya kurdan çêtir bizanibî û “moz bi te venedin” pirtûka Mala Zalê û Teyrê Sîmir ji te re alîkar e!