spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiya min nîn e

Riza Uyar

Mirtib li kuderê cihekî xweş hebe, diçin li wê derê konên xwe vedigirin. Wê havînê jî çûbûn gundê Şahgeldî li biniya gund konên xwe vedigirin. Demsal havîn e hemî pez û dewarên gundiyan li derve ne. Li her derî orîna dewaran û zirezira keran e. Tu dibêjî qey Şahgeldî bûye metropol. Li her derî qêrîn û qerebalix heye. Şahgeldî ji ber ku cihekî stratejîk e hemî firar û mehkûm xwe li wê digirin û her şev leşker diavêjin ser gund. Wê şevê jî leşker têne gund û rastê konên mirtiban tên. Konên wan bi serê wan de xira dikin. Resûlê mirtib jî ji nav konan direve û diçe ber mala Simayil û bang dike dibêje: “Simayil ji bona xwedê tu werî, leşkeran em qelandin.”

Simayil dertê derve û dibêje: “Kuro çi qerebalixa te ye? Vê şevê qey tu dîn bûyî?”

Resûl: “Ez di bextê te da me. Zû were leşkeran em wêran kirin.” Simayil dibêje niha Resûl tu dibêjî çi, leşkerê çi?”

Resûl:  “Heyra welahî min tiştekî weha nedîtiye û dibêje nîvê şevê bû min ewqas dît ku qêrîn bi zarokan ket, min got qey çêleka bi ga li me qelibîye. Dîtina ku min dît leşkeran em dorpêç kirine û zar û zêç di bin lingên wan de pelixîn.” Û dibêje: “Simayil ez di bextê te da me tu werî welahî em hêrandin van kafirbavên ji hev kafirdavtir.”

Simayil: “Resûl niha ez ê werim çi bikim?”

Resûl: “Were ji wan re bibêje vana mirtib in bila dev ji me berdin.”

Simayil: “Ma mişka zimanê te xwariye tu çima nabêjî?”

Resûl: “Ma tu nizanî ku tirkiya min nîn e? Welahî tirkiya min hebûna ez nedihatim. Lê xwedê jî zane ku nîn e.”

Simayil: “Vê şevê û tirkî?”

Resûl: “Na lo niha tu bi şev bi tirkî nizanî?”

Simayil: “Zanim lê nikarim bipeyivim, tarî ye!”

Resûl: “Wax li min û li vê bêkeysiyê. Welahî hetanê ku bibe sibeh wê mala me xira bikin. Wê zarokan hişko biringo bikin.” Û didomîne:

“Tirkîya ku bi kêrî şevê neyê jehr têkeve wê tirkiyê.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê