25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye bi êrîşan dixwaze qeyranên navxweyî veşêre’

Li Tirkiyeyê qeyrana siyasî û pê ve girêdayî qeyrana aborî her diçe kurtir dibe. Li ser vê qeyranê jî deshilatdariya AKP-MHP’yê hêviya xelasbûna xwe bi êrîşên li ser kurdan ve girêdaye. Ji ber vê yekê jî Tirkiye li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên xwe dijwartir kir. Lê di êrîşa li ser herêmên Metîna û Avaşînê de her diçe, têk diçe.

Tirkiye herî dawiyê ji bo êrîşên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike ji aliyekî ve bi Rûsyayê re ji aliyê din ve jî bi Amerîkayê re ketiye nav bazaran. Lê heta niha jî ji bo êrîşê tu encamên bi dest nexistiye. Li ser vê yekê jî dem bi dem bi awayekî dijhiqûqî êrîşî sîvîlan dike û herî dawî jî li bajarê Qamişloyê di êrîşeke balafira bêmirov de 3 kes ji malbata Gulo hatin qetilkirin. Der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û îxtîmala ku êrîşî Minbic, Kobanê û Til Rifatê bike em bi Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Kenan Berakat re axivîn.

Wek hûn jî dizanin ev demeke dewleta tirk carek din dest bi mijara dê êrîşî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, kir. Gelo çima Tirkiye vê mijarê dixe dewrê. Pişta xwe dide kî?

Piştî dagirkirina hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mudaxaleya Tirkiyeyê ya ji bo gelek herêman bi hêzên radîkal re cihên wek Cerablus, Idlib, aliyê Efrînê, Babê her wiha herê dawî Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kir. Li van deverên hatin dagirkirin de jî jenosîdên mezin pêk hatin. Lê ev du sal in piştî hin hevdîtinên di navbera dewletan de pêk hatî, êrîş hatine seknandin lê helbet Tirkiye tim bi rê û rêbazên cuda êrîşên xwe domand û didomîne jî. Bi rêya firokên xwe sivîlan dike hedef. Tenê di van her du mehên dawî de bi dehan caran êrîşên bi vî rengî pêk anî. Terzekî nû di êrîşan de pêk tîne. Dixwaze bêaramiyê li herêmê ava bike. Dema ev êrîş pêk tên jî helwestên dewletên navneteweyî pir qels in û ji bo vê yekê jî vê hêza xwe ji dewletên navneteweyî û ji bêdengiya wan digire. Pişta xwe dide van dewletan. Tabî bi vê êrîşa dawî ya li ser malbata Gulo jî dewleta tirk dixwaze peyama ‘dema ez bixwazim, dikarim bi her awayî êrîş bikim û nahêlim ku kurd tiştekî bikin.’ Ya din jî ew e ku Tirkiye bi van êrîşan dixwaze krîza li Tirkiyeyê jî veşêre.

Niha wisa xuya dike ku Tirkiye li ser herêmên wek Til Rifat, Minbic, Kobanê û hwd. xwe germ dike. Çima bi taybetî dixwaze êrîşî van herêman bike?

Niha hemû herêmên ku kurd lê hene Tirkiye wan ji xwe re wek armanc dibîne ku êrîş bike. Ne tenê Til Rifat, Minbic û Kobanê. Jixwe diyar e helwesta tirkan ew e ku dibêjin em ê erdên osmaniyan vegerînin. Lê ew siyaseta ku Erdogan dixwest pêk bîne hê jî bi destê wî neketiye. Dê bi ser nekeve jî, ji ber ku gel îro bi her awayî li ber xwe dide. Ligel vê yekê jî wisa xuya dike ku guhertina hin helwestên saziyên navneteweyî, kesayetên navneteweyî û hwd. di vê mijarê de jî girîng bû.

Li hemberî îxtîmala van êrîşan gelo heta niha Rêveberiya Xweser bi rejîmê re hevdîtin pêk aniye, yanî dîyalog heye yan?

Heta niha li hemberî dagirkeriya tirkan tu helwesteke rejîmê ya cîdî tune ye. Jixwe me ev yek di bazara li ser Efrîne de jî dît ku tiliya rejîme jî tê de hebû. Di mijara Efrînê de rejîm bi Tirkiyeyê re lihevkirinek kir. Li hemberî îxtîmaleke ku Tirkiye êrîş bike heta niha jî sekneke rejîmê ya cîdî tune ye. Di aliyê siyasî de hinek helwest hebin jî, di aliyê pratîkî de helwestek tune ye.

Esasî divê çareserî û diyalog li Sûriyeyê çê bibe. Heta niha hemû kongreyê hatine çêkirin encamek êrênî û çareseriyek bi xwe re neanîn û jixwe ev civîn ne ji bo çareseriyê, ji bo tevliheviyê pêk dihatin. Ji ber ku heta niha di van civînan de aliyê me yê rêveberiya xweser tev li nedikirin. Em dixwazin vê yekê bêjin, ji bo çareseriyê em ji diyalogê re her tim amade ne. Gelek caran danûstandin jî çêbûne ji bo vê yekê. Niha hê nû dereng be jî Rûsya dixwaze di navbera rejîm û Rêveberiya Xweser de diyalogek pêş bikeve. Lê ew diyalogeke bi çi rengî ye, çawa ye naveroka wê çi ye em hê nizanin. Em di wê hêviyê de ne ku çareserî û diyalogek pêk bê. Ji bo gelên Sûriyeyê projeya Rêveberiya Xweser projeya herî serkeftî ye.

Tê zanin ku ger Rûsya bixwaze dikare li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bisekine. Hûn helwesta Rûsyayê çawa dinirxînin, em dikarin bêjin Rûsya di vê mijarê de bê deng e?

Rola Rûsyayê di Sûriyeyê de girîng e. Ji ber vê jî ji Rûsyayê pir daxwaz hatin kirin ku li pêşiya êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê bisekine. Lê Rûsya heta niha jî tim ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyaye. Lê hewceye Rûsya tenê ne ji bo rejîmê ji bo berjewendiyên tevahiya Sûriyayê tev bigere.

Li gel îxtîmaleke ku dewleta tirk êrîş bike, amadekariyên wê yên li hemberî van êrîşan hene, hebin çi ne?

Gelek îxtîmalên êrîşan hene helbet û jixwe dewletên navneweteyî jî tim li gorî xwe û ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Berjewendiyên dewletên wek Amerîka û Rûsyayê bi Tirkiyeyê re hene, ji bo berjewendiyên xwe jî heta niha gelek tişt jî kirine. Lê helbet li hemberî vê yekê amadekariyê me jî hene. Em ê mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Wek gel, wek hêzên me yên leşkerî em amade ne ku xwe biparêzin. Yên ku hêzên DAIŞ’ê têk birî, hêzên kurd bûn.