20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye bûye sergoyê Ewropayê

Rêxistina Hawîrdorê Greenpeace têkildarî rewşa bikaranîna plastîk û îxraca çopê de raporek nû parve kir. Li gor raporê, di sala 2020’î de îngilistan çopên xwe yên Plastîkî ji sedî 40 îxracî Tirkiyeyê kirine û ev çop jî bi awayekî derqanûnî hatine şewitandin.

Greenpeace di rapora xwe de diyar kir ku İngililstanê nêzî 210 hezar ton çopên xwe yên plastîkî îxracî Tirkiyeyê kir û ev çop jî di şûna ku werin veguherîn, hin li nav zeviyan, hin li nav çem û hin ji wan jî li ser rêyan hatin şawitandin.

Lêkolîneran bi boneya amadekirina raporê li Edeneyê 10 qadên sergoyan vekolîn kirin. Li ser van sergoyan ji kîsikên plastîkan û bermahiyan ên eydî supermarketên İngilistanê yên wek Tesco, Asda, Co-op, Aldi, Sainsbury’s, Lidl û Spencer hatin dîtin.

Di raporê de hat gotin ku Tirkiye êdî tenê ji İngilistanê na ji Almanyayê jî çopa digire. Ger bi vî awayî bidome dê Tirkiye bibe sergoyê Ewropayê.