19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye di navbera Xelîl û Celîl de maye

Li gorî nûçeyeke ajansa Reuters’ê Tirkiye xwe ji bo kirîna 40 balafirên nû yên F-16 yên Lockheed Martin amade dike. Li gorî nûçeyê di çarçoveya nûkirina hêzên xwe yên ezmanî de Tirkiye dixwaze ku wan balafiran ji Amerîkayê bikire. Wekî tê zanîn Tirkiyeyê dixwest ku 100 balafirên F-35 ji Amerîkayê bikire û ji bo wê jî peymanek çêkiribûn. Lê piştî ku Tirkiye fûzeyên S-400 ji Rûsyayê kirîn ew yek bû sedema krîzekê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de.

Di encama vê krîzê de Amerîkayê di sala 2019’an de Tirkiye ji bernameya hevkariya çêkirina balafirên F-35 derxistibû.
Her wiha ji ber ku rayedarên DYA’yê di serdana dawî ya serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan ya Washingtonê de pêşwazî nekiribûn û Joe Biden pê re hevdîtin nekiribû, Tirkiyeyê dîsa berê xwe dabû Rûsyayê û xwestibû bi riya bazirganiyeke nû Rûsyayê qayil bike.

Hikûmeta tirk di hemû bazarên xwe yên li ser Sûriyeyê de mafê kurdan dike bazara mijarê. Ji bo ku kurd li rojavayê Kurdistanê nebin xwedî statu çi ji destê wê tê dike.
Di serdana Rûsyayê de jî dîsa Erdogan bazirganî derxistibû pêş û behsa kirîna hinek fûzeyên din ên S-400 kiribû. Ewî xwestibû ku hin bazarên din li ser Rojava û kurdan bike lê ji ber nakokiyên li Idlibê ew bazar jî zêde neçû serî.

Piştî ku Rûsyayê jî destvala vegeriya dîsa berê xwe da DYA’yê û vê carê peyamên dilxweşkirina DYA’yê derketin pêş. Lewre jî ev mesela kirîna 40 balafirên F-16 jî yek ji peyam û hewildaneke xweşkirina têkiliyên bi DYA’yê û rêveberiya Joe Biden re ye.
Bê guman heta civîna G20 ku tê payîn Erdogan û Biden li wir bi hev re hevdîtinekê bikin, dê hîna gelek peyam û bazarên din werin amadekirin da ku DYA’yê razî bikin.
Her wiha nayê jibîrkirin ku razîkirina Amerîkayê dê li ser hesabê bazarên bi Rûsyayê re be. Lewre wekî dibêjin di mijara Sûriyeyê de ew her dem di navbera Xelîl û Celîl de çûne û hatine. Lê ev yek dê heta ku berdewam bike ne xuya ye.