24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye êrîşê statuya Şengalê dike

Balafirên şer ên Tirkiyeyê roja 16’ê tebaxê saet di 12.00’an de li sûka kevn a Şengalê wesayîtek YBŞ’ê bombebaran kir. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûne û 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûne. Cenazeyên Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmek girseyî spartin axê.
Balkêş e roja ku Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî dixwest serdana Şengalê bike, balafirên şer ên Tirkiyeyê maşîneya Fermandarê YBŞ’ê kir hedef. Beriya hevdîtin bên kirin êrîş pêk hat.
Der barê mijarê de Qaymeqamê Şengalê Fehed Hamid destnîşan kir ku rola Saîd Hesen a di tunekirina DAIŞ’ê û parastina civaka êzidiyan de pir zêde bû û wiha got: “Ji bo yekitiya gelê êzidî ew jî wek Mam Zekî, Zerdeşt û Mam Beşîr hertim di nava xebatan de bû. Di demeke ku Serokwezîrek Iraqê piştî 40 salan cara yekem tê Şengalê de, hedefgirtina Seîd Hesen cihê gumanê ye û ne ji rêzê ye. Beriya êrîş pêk were Saîd Hesen bi hin berpirsên Iraqê re di hevdîtinek giring de bû, li ser rewşa Şengalê diaxivîn. Piştî ew civîn bi dawî bû, Seîd ji bo ku bi Kazimî re hevdîtinê pêk bîne, berê xwe da navenda Şengalê.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 17’ê tebaxê de li nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê xistin. Xelkê gund ê xwestin bi hawara birîndaran ve biçin, balafiran vê carê dîsa bombe kir. Di encamê de gelek kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan.
Çalakvan û rewşenbîrên Silêmaniyê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê çalakiyek nerazîbûnê li dar xistin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî kirin ku pêşî li êrişên Tirkiyeyê yên li ser gelê kurd bigirin.

Dê 9’ê cotmehê niqaş bikirana

Rojnameger Îbrahîm Êzidî anî ziman ku dê Peymana 9’ê cotmehê bihata niqaşkirin û bal kişand ser mijarên di hevdîtinê de bihatina nîqaşkirin û wiha got: “Dê bi Mistefa Kazimî re mijarên pir girîng bihatina niqaşkirin. Hebûn û tunebûna Rêveberiya Xweser dê bihata niqaşkirin. Berê Peymana 9’ê cotmehê hatibû îmzekirin. Di van hevdîtinan de mecbûr bû hin xal bên guhertin an jî peymana 9’ê cotmehê bê îptalkirin. Ji bo ku di aliyê qanûnî de Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê bên qebûlkirin. Mistefa Kazimî piştî serdana Koço dê serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê bikira. Dema Serokwezîrê Iraqê bi kijan saziyê re rûnê tê wê wateyê ku ew sazî fermî ye.”