19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye hêrsa xwe ji xwezayê derdixe

Li başûr û bakurê Kurdistanê ev demeke dirêj e ku artêşa dewleta tirk operasyonên xwe bê navber û bi awayekî berfireh didomîne. Hêzên çekdar ên tirk (TSK) ku nikare bi bejahî bi awayekî hêsanî û encamgir operasyonên xwe pêş bixe û tiştê ku dixwaze bi dest bixe, bi piranî  şer û operasyonên xwe bi hewayî ango balafirên şer dimeşîne. Li gel vê yeke talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bi destê leşkeriyê didome. Leşker li aliyekî daristanan dişewitînin, li aliyê din daran dibirin û xwezaya Kurdistanê talan dikin.

Di êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê de gelek caran gundewarên sivîlan kirin hedef û talankirina daristanan careke din nîşan da ku di êrişên qirkirinê de ne tenê mirov, xwezaya Kurdistanê jî dikin hedef. Çeteyên ku ji Sûriyeyê birine û her wiha leşker û cerdevan bi hev re qutkirina darên li herêmê bi koordîneya dewleta tirk bi rêya şîrketan qetlîameke mezin a xwezayê pêk tînin.

Birîna daran

Dewleta Tirkiyeyê di 23’yê Nîsanê de li Herêma Federe ya Kurdistanê, li herêmên mîna Avaşîn, Zap û Metinayê dest bi operasyonên berfireh kir. Artêşa dewleta Tirkiyeyê piştî êrişên li ser başûrê Kurdistanê dest bi birîna daran jî kir. Darên ku dibirin li TIR’an  bar dikin û daran bi rêya şîrketên li Tirkiyeyê dibin li metrepolên Tirkiyeyê difiroşin. Derketibû holê ku Endamê Polîtburoya PDK’ê Elî Ewnî destûra firotina daran daye. Kêm be jî hikumeta Iraqê dengê xwe li hember vê yekê derxist lê belê hikumeta herêmê bi tu awayî dengê xwe dernexist û berpirsyariya vê yekê negirt ser xwe.

Li Cûdî rojê 450 ton dar tên birîn. Ev ji salekê dirêjtir e ku li Cûdî bi awayekî rêkûpêk îhaleyên birîna daran dane cerdevanan û her wiha daristan tên tunekirin. Niha li Liceyê jî vê yekê dikin, li ser 98 hektar di navbera gundê Dêrxûn û yên din de ev yek kirin. Ji wê demê ve bi qasî qadek ji 140 stadyumên futbolê dar jê kirin û ev yek bi destê cerdevanan hat kirin.

Li herêmên Besta û Çelênimêja yên Şirnexê di bin çavdêriya leşkeran de birîna daran bênavber didome. Li herêma Bestayê; Sêrê Rû, Şerewan, Kaniyahilo, Dola Hevran, Berûze, Quntarên Navyan, Rîsor, Girê Helizê, Darikarû bi tevlîbûna bi dehan cerdevan û gelek leşkeran rojê sed hezar dar tên birîn. Rojê 100 traktor darên hatine birîn tên barkirin û li herêma Rîsorê tên komkirin. Ji vir jî bi kamyonan bar dikin, dibin bajarên cuda.

Şewitandina daristanan

Ji 15’ê gulana 2021’ê ve, di encama operasyon û êrîşên artêşa tirk de, li gelek herêmên Kurdistanê agir bi daristanan ket. Ji van şewatan hîn jî yên ku didomin hene û heya niha qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û maye.

Şewatên daristanan ên ji 15’ê gulana 2021’î ve rû dan ev in:

“15 Gulanê li Çiyayê Cûdî, piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ket. Welatiyan agir tefand. 18 gulanê li derdora Teşta ku di navbera gundê Şax û Heblerê yên Çiyayê Cûdiyê de piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ket. Mudaxaleyî şewatê nehat kirin. Agir di 22’yê gulanê de xwe bi xwe tefiya. 5’ê hezîranê agirê ku li qada Mila Têkera ya Çiyayê Cûdiyê bi daristanê ket, xwe bi xwe tefiya. 7’ê hezîranê li bejahiya gundê Şax ê li quntara Çiyayê Cûdiyê ji ber gulebarana leşkeran careke din agir bi daristanê ket. Mudaxaleyî agir nehat kirin. Agir xwe bi xwe tefiya. 9’ê hezîranê li herêma Deriyê Cebraîlê ya Çiyayê Cûdiyê ji ber gulebarana leşkeran agir bi daristanê ket. Agir xwe bi xwe tefiya. 13’ê hezîranê li gundê Zêwê yê li quntara Çiyayê Gabarê ji ber gulebarana leşkeran agir bi daristanê ket. 20’ê hezîranê li gundê Hesena yê navçeya Silopiyayê li quntara Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket. 28’ê hezîranê li Bestayê ku di navbera Sêrt û Şirnexê de ye, agir bi daristanê ket. Di şewatê de li herêma Girê Givara, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê bi hezaran dar bûn xwelî û man.

1’ê tîrmehê li gundê Guwanî yê navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber bombeyên gazê yên binkeya leşkerî agir bi daristanê ket. 12’ê tîrmehê li qada Gêrê Mêrg û Mar ên herêma Bestayê piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ket. 15’ê tîrmehê li herêma Bestayê ji ber gulebarana helîkopterê agir bi daristanê ket. Agir xwe bi xwe tefiya. 15’ê tîrmehê li qada Dehla Şêx ku di navbera gundên Bafê û Erzenax ên navçeya Hezexê de ye, ji ber gulebarana leşkeran agir bi daristanê ket. Gundiyan mudaxaleyî agir kir û tefand. 16’ê tîrmehê, li Çiyayê Cûdiyê ji ber gulebarana leşkeran agir bi daristanê ket. 20’ê tîrmehê ji ber topbarana tabûra li navçeya Silopiyayê li herêma Spîndarok a Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket. Agir rojekê dewam kir û xwe bi xwe tefiya.

4’ê tebaxê li Gundikê Remo ku li quntara Çiyayê Cûdiyê ye agir bi daristanê ket. Agir xwe bi xwe tefiya. 7’ê tebaxê li mezrika Bêspîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê agir bi daristanê ket. Îtfaiyeyê mudaxaleyî agir kir û ew tefand. 13’ê tebaxê li gundê Sêtkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber gulebarana leşkeran agir bi daristanê ket. Agir piştî sê rojan xwe bi xwe tefiya. 17’ê tebaxê li herêma Girêhirmo ya Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket. Nehat hiştin ku gundî mudaxaleyî agir bikin. Agir xwe bi xwe tefiya. 18’ê tebaxê li gundikê Koçerî ya gundê Kurukaymak a girêdayî navçeya Xozat a Dersimê şewata di encama operasyona leşkeri de agir bi daristanê ket û qadek mezin a daristanê bû xwelî. 19’ê tebaxê li herêma Zêre Kêrê ya Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket û paşê xwe bi xwe tefiya. 26’ê tebaxê li gundê Mêhrîna yê herêma Bestayê ji ber bombebarankirina bi helîkopteran agir bi daristanê ket. Agir piştî 5 rojan xwe bi xwe tefiya. 29’ê tebaxê agirê ku li du noqteyên qada Qurta Xanê ya Bestayê bi daristanê ketin hîn jî didome.

Dêrsîm

Şewata ku di encama operasyona leşkerî de, di 17’ê tebaxê de li çoltera navçeya Xozatê derket, belavî gundên girêdayî navçeya Pulûrê bûne. Roja ewil tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dêrsîmê, rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr û welatiyên ku xwestin biçin mudaxaleyî şewatê bikin hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku biçin herêma şewatê. Ji ber vê yekê şewata ku qadeke bi hezaran hektaran şewitand, di encama bertekan de piştî 13 rojan mudaxale lê hat kirin. Şewata ku 15 roj in didome, zîndewarên di daristanê de jî tune kirin.

Hêj şewatên li navçeya Xozatê nehatine vemirandin, di 29’ê tebaxê de li Firtina Velî Çeşmesî ya li Geliyê Mûnzûr û Çemê Roj ê li Geliyê Pilemuriyeyê dest pê kirin û didomin. Şewata ku tenê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê û welatî mudaxale dikin, bi bandora bayê li qadeke fireh belav bûye.

Heta niha tu mudaxale li şewata Geliyê Pilemûriyeyê ya di 29 tebaxê de dest pê kiriye nehatiye kirin. Şewata ku piştî bombekirina leşkeran a herêmê dest pê kiriye, didome.

Çewlig

Li navçeya Xolxol a Çewligê agirê ku 29’ê tebaxê bi daristana li gundikê Xarsak ê gundê Conagê ket hîn jî nehatiye vemirandin. Xelkê herêmê hewl dide bi derfetên xwe şewatê vemirîne. Şewat hîn jî dewam dike.

Bedlîs

Li Bedlîsê jî şewata ku di 30’ê tebaxê de li herêma Ava Weqfê rû da hîn jî dewam dike. Xebatkarekî Miduriyeta Herêmê ya Daristanê ku tev li karê vemirandina şewatê bûye diyar kir ku hewldana ji bo vemirandinê têr nake. Xebatkar anî ziman ku divê tavilê ji hewayê ve dest li şewatê bê werdan û bang li xelkê herêmê kir ku tev li karê vemirandina şewatê bibe.

Şirnex

Li Şirnexê şewat li du herêmên cuda dewam dike. Li qada Qurta Xanê ya li herêma Bestayê, şewat 29’ê tebaxê di dema operasyonê de ji aliyê leşkerên tirk ve hate derxistin. Rayedarên ku ji bo vemirandina şewatê tiştekî nakin, her wiha nahêlin ku xelkê herêmê jî şewatê vemirînin.

Şewata li herêma Girêbestkê jî dewam dike.

Li qada daristanî ya li gundê Mêhrînê ya li herêma Bestayê şewata ku beriya 5 rojan di encama bombardûmana helîkopterên artêşa tirk de rû da, xwe bi xwe ve vemirî.