spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya

Serokkomariya Tirkiyeyê duh bi şev biryar da ku dê ji Peymana Stenbolê vekişin. Biryara ku ji aliyê serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan ve hatibû dayîn û îmzekirin di rojnameya fermî de hat weşandin. Di biryarê de hatibû destnîşankirin ku Peymana Konseya Ewropayê ya der barê Têkoşîn û Pêşîgirtina Tundiya Li Jinan û Tundiya Navmalbatî ya ku di 10/2/2012’an de bi biryara hejmara 2012/2816 ve ji aliyê lijneya wezîran ve hatibû pesendkirin, bi benda 3’yemîn a biryarnameya hejmara 9’yemîn a serokkomariyê hat betalkirin. 

Tirkiye di 11 gulana 2011’an de beşdarî peymana ku bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya navmalbatî ya Konseya Ewropayê bû. Tirkiyeyê di 12’ê adara 2012’an de peyman îmze kiribû û bûbû dewleta ewil a ku peyman îmze kir. Heta sala 2019’an bi tevahî 46 dewletan peymana navborî îmze kiribû.

Peymana Stenbolê çima bû hedef?

Peymana Stenbolê ji bo parastina jinan a ji her cureyên tundiyê di 11’ê adara 2021’an de ji aliyê Konseya Ewropayê ve li Stenbolê ji hemû welatan re bo îmzeyê hat vekirin. Peyman di 8’ê Adara 2012’an de yanî Roja Jinên Cîhanê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Hin dewletên endamên Konseya Ewropayê û dewletê din peyman îmze kiribûn. Tirkiye jî yek ji van welatan bû ku destpêkê ev peyman kiribû. Peymana Stenbolê li ser wekheviya zayendiya civakî hatiye danîn. Armanca peymanê wekheviya navbera jin û mêran û li dijî jinan astengkirina her cureyên tundiyê ye.

Lê ev peymana ku ji bo parastina jinan hatibû îmzekirin, piştî çend salan ji aliyê Erdogan ve hedef hat nîşandan. Ev hedefnîşandana Erdogan rastî bertekên jinan hat û jin bi rojan çalakî kirin. Ji ber van çalakiyan ji bo demekê guhertina qanûnan û biryara vekişandina ji peymanê hat paşxistin.

Sedema hedefnîşandayînê

Li Tirkiyeyê êdî hemû qanûn li gor qanûnên ‘kesekî’ tên amadekirin. Kesên li hember vê yekê derdikevin jî wek dijmin tên pênasekirin. Hişmendiya desthilatdar ji bo avakirina civakeke li gorî xwe jinan wek astengiya herî mezin dibîne. Jixwe di guhertin û derxistina hin qanûnan de ev tişt tê dîtin. Hemû qanûnên xwe li gorî parastina mêrên tecawizkar, tacîzkar, tundewar û hwd. dîzayn kir. Bi vî awayî rasterast jin kirin hedef. Jixwe piştî hedefnîşandana Erdogan û tifaqa faşîst a desthilata AKP-MHP’ê tundiya li ser jinan zede bû, her roj jin hatin qetilkirin û hê jî tên qetilkirin; rastî tacîz, tecawiz û destdirêjî hatin. Ne tenê jin, di heman demê de pêşeroja civakê zarok jî rastî heman pêkanînana hatin. Desthilatdariyê bi qanûnên xwe mêrên tecawizkar her tim  xelat kirin û jinên ku li hemberî mêran parastina xwe ya cewherî kirin hedef nîşan dan.

Divê jin hevgirtina xwe xurtir bikin

Em dikarin bêjin ku bi vekişandina ji Peymana Stenbolê, hikûmeta AKP-MHP’ê asta serdestiya xwe bilindtir kir û ew ji bo parastina xwe dikarin her rê û rêbazên bi kar bînin. Ji ber vê yekê, êdî jin divê ji her demê behtir xwe bi rêxistin bikin û hevgirtina xwe xurt bikin. Her wiha pêşengiyê ji civakê re bikin û li hemberî dîktatorê seferberiyê ragihînin. Encax bi vî awayî civak dikare textê dîktatorê hilweşîne.