24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye ket nav lîsteya welatên ku ‘leşkerên zarok’ digihîne

Li gorî nûçeyeke Ajansa Reutersê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Tirkiye li lîsteya ‘welatên ku sala borî leşkerên zarok digihandin’ zêde kir.

Ev jî tê wê wateyê ku cara ewil e welatekî di nav NATO’yê de ketiye nav lîsteyeke bi vî rengî.

Li gorî rapora Bazirganiya Mirovan a 2021’ê ku Wezareta Karên Derve ya DYA’yê amade kiriye, hat destnîşankirin ku Tirkiyeyê ‘piştgiriyeke şênber’ daye Tugayên Sultan Murad ên li Sûriyeyê.

Li gorî Waşîngtonê vê koma çekdar a navborî, yanî Tugayên Sultan Murad di nav xwe de leşkerên zarok gihandine.

Her wiha li gorî raporê daneyên ku ji saziyên navneteweyî û komên mafên mirovan hatine diyar dikin ku hikûmetê piştgiriyeke operasyonî, amûrî û aborî daye van komên ku leşkerên zarok perwerde dikin û digihînin.

 Rayedarê Karên Derve yê ku daxuyaniyeke çapemeniyê parve kir got ku li Lîbyayê jî leşkerên zarok tên bikaranîn û girêdayî vê yekê Waşîngton dê bi Enqereyê re xebatekê bide meşandin.

Rayedar destnîşan kir ku cara ewil e ku endamekî NATO’yê di çarçoveya rêlibergitina gihandina leşkerên zarok li lîsteyeke bi vî rengî zêde bûye.