spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye li dijî NATO’yê tevdigere

Li gorî raporeke Enstîtuya Parastina Demokrasiya Amerîkayê, Tirkiyeyê tawanbar kir ku ew dixwaze tevî Rûsyayê hevgirtina NATO’yê xera bike. Li gorî wê raporê hikûmeta tirk ji bo parastina Belarûsyayê ji ambargoyan gelek rê û rêbazên cuda bi kar aniye.  Yekitiya Ewropayê li ser revandina rojnamegerekî muxalif ji alî Belarûsyayê ve û girtina wî, xwestibû ku ambargoyên berfireh li ser Belarûsyayê pêk bîne.

Wekî di medyayê de jî hate belavkirin Belarûsyayê balafirek ku ji Yewnanistanê diçû Lîtwaniyayê bi behaneyê ku bombe tê de heye, neçar kiribû ku li Mînskê dakeve û rojnamegerê muxalif Roman Dmitriyevich Protasevich girtibû.

Her wiha di civîna NATO’yê de ku roja çarşema borî pêk hatibû, Tirkiye li dijî vê biryara ambargoyan di nava NATO’yê de mafê xwe yê vetokirinê bi kar aniye û nehiştiye ku ambargo li ser Belarûsyayê werin ferzkirin. Bi vê yekê Tirkiye alîkariya hevalbendê Rûsyayê kiriye.

Derbarê revandina balafirê û girtina rojnamegerê muxalif de Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg daxuyaniyek dabû û tê de destnîşan kiribû ku ew bûyereke taluke ye û divê lêkolîneke berfireh û lêpirsînek der barê mijarê de bê kirin. Her wiha NATO’yê bang li Belarûsyayê kiribû ku divê ewlekariya hemû rêwiyan biparêze û bûyera revandinê şermezar kiribû.

Di sala 2020’î de jî Erdogan dîsa xwedî li rêveberiya Belarûsyayê derketibû û hilbijartinên ku ji alî Yekitiya Ewropayê wekî ne rewa hatibûn îlankirin ji alî Tirkliye û Rûsyayê ve hatibûn destekirin.

Yekitiya Ewropayê ji bo wan hilbijartinan gotibû ew hilbijartin ne azad û ne paqijin û rê li ber serokatiya dîktatorekî wekî Aliksandir Lukoshîno vekiriye. Lê Rûsya û Tirkiyeyê yên destpêkê bûn ku serokatiya Lukoshîno pîroz kirin.

Welatên Ewropayê Lukoshîno wekî ‘serokdewletê terorîst yê Ewropayê’ bi nav kiribû û ji ber bûyera revandina balafirê hin ambargo li dijî Belarûsyayê erê kiribûn.

Li gorî rapora Enstîtuya Parastina Demokrasiya Amerîkî hevkariyek di navbera Enqere û Moskovayê de heye ji bo ku NATO’yê ji hev bixin û Tirkiye di sala 2017 de bû welatê yekemîn yê NATO’yê ku fûzeyan ji Rûsyayê dikire. Her wiha Tirkiye bûbû welatê yekemîn yê NATO’yê ku Amerîka hin ambargo li ser ferz kirin.

Ji aliyekî din hevkariya di navbera Tirkiye û Rûsyayê rê li ber Rûsyayê vekir ku gelek destkeftiyên siyasî û leşkerî li Sûriyeyê bi dest bixe.

Raporê bang li rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku zextê li Erdogan bike û di civîna NATO’yê de nirxên bingehîn ên NATO’yê bi bîra wî bixe.