18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye li Idlibê li ber têkçûnê ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Rewş li Idlibê her diçe xirabtir dibe. Dewleta tirk ji bo xwe û hevalbendên xwe ji vê rewşa kambax derxe, di nav hewldanên pir kirêt û her wiha pir xeter de ye.

Rûsya beriya dest bi êrîşan bike, ji rayedarên tirk xwest ku peymanên Astana û Soçiyê pêk bînin. Li Soçî ya Rûsyayê di payîza 2018’an de civînek pêk hatibû. Di civînê de biryara derxistina komên çete yên girêdayî dewleta tirk hatibû dayîn. Lê ev biryar di warê pratîkî de qet neket meriyetê. Lewma hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê di çarçoveya peymana ku hatî îmzekirin de li Idlibê dest bi êrîşan kirin.

Bêguman ev şerê li herêmê her diçe dijwartir dibe û di rojeva Rûsyayê de ye. Bi pêşketina şer re li Rûsyayê li hemberî Tirkiye û Erdogan aciziyek pir mezin çêbû. Lewma atmosfera siyasî ya li Rûsyayê dişibe ya 2015’an. Em ji bîr nekin ku di 24’ê mijdara 2015’an de dema balafira şer a Rûsyayê ji hêla Tirkiyeyê ve hat xistin, di navbera her du welatan de krîzek mezin rû dabû. Heta roja me ya îro jî dewleta tirk bandora wê krîzê dijî. Niha li Moskovê heman atmosfer heye.

Ev jî nîşan dide ku Kremlîn dê paş ve gav neavêje. Tirkiye jî biryarbûna rûsan ferq kir û niha ketiye nav hewldanên nermkirina rewşê. Ji bo vê mijarê binirxînin beriya çend rojan Erdogan bi rêya telefonê bi Pûtin re axivî. Li gorî daxuyaniyên Kiremlînê negihaştine encameke erênî. Lewma piştî axaftina Erdogan û Pûtîn artêşa tirk ji bo herêma Idlibê dest bi sewqiyata çekên giran kir. Bi vê sewqiyat û daxuyaniyên Erdogan Tirkiye dikeve nav şer. Di vir de pirsa girîng ev e: Tirkiye çima dixwaze têkeve nav şerê ku dê winda bike? Dewleta tirk tengav bûye û di warê leşkerî de jî bê awantaj e. Ger leşkerên tirk êrîşî leşkerên rejîmê ango êrîşî leşkerên rûs bike, gelo dê bikaribe herêma xwe biparêze. Ji ber ku qada hewayî ji hêla Rûsyayê ve tê kontrolkirin, artêşa tirk nikare balafirên şer rabike. Gelek baregehên artêşa tirk ên çavderiyê di bin kontrola hêzên rejim û Rûsyayê de ne. Li gor texmîna min hejmara leşkerên li van baregehan ne hejmarek kêm e. Her wiha Rûsya dikare di warê siyasî, leşkerî û aborî de Tirkiyeyê tengav bike. Ger mirov krîza aborî ya li Tirkiyeyê mêze bike ev şer bi her awayî ji bo Tirkiyeyê mirin e.

Wê demê ev şer xizmeta çi dike? Ev şer şerê desthilata Erdogan e. Erdogan ji bo xwe li ser piyan bigire û hebûna xwe berdewam bike pêwîstî bi şerekî dibîne. Wisa diyar e ku êrîşên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê li gor daxwazan bi encam nebû. Lewma serî li rê û rêbazên wiha xeter û qirêj dide.

Îro gelê Tirkiyeyê bi her awayî êşa siyaseta şaş a desthilata AKP û MHP’ê dikişîne. Ger pêşiya vî şerî neyê girtin dê zirara herî mezin dîsa li gel bibe. Polîtîkayên şaş û hevalbendiya komên terorîst bi xwe re serkeftinê nayne. Ji ber hemû cîhan dizane li herêma Idlibê dewleta tirk bi kê re û çawa tevdigere lê kes dengê xwe jî nake. Ger hin hêz bi dengekî nizm li hemberî êrîşên Rûsyayê derdikevin jî ev hemû siyasî ne û zêde ne girîng in. Bi kurtasî şerê li herêmê diqewime tu carî nebû şerê Tirkiyeyê. Pêwîst nîn bû ku artêşa tirk mîna hêzeke dagirker li ser axa welatekî din xwînê birijîne. Lê gadirkerî di xwîna van hêzên serdest de heye. Dewleta tirk jî yek ji wan e. Lewma li herêmê dewleta tirk dibe qurbana hestên xwe yên dagirkeriyê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê