24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye li ser qadên sivîlan xetereyek mezin çêdike

Wezîra Karê Derve ya Norwêçê Îne Marîe Erîksen bersiv da pirsa parlementera Partiya Sosyalîst Freddy Andre Ovstegard ya têkildarî êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê.

Îne Marîe Erîksen li ser pirsa ”Wezareta Karê Derve wê operasyonên leşkerî yên tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar bike yan na?” ya parlementera Partiya Sosyalîst Freddy Andre Ovstegard axivî û wiha bersiv da: ”Ji ber ku dewleta tirk hebûna xwe ya leşkerî li başûrê Kurdistanê zêde dike em bi fikar in. Tirkiye jiyana sivîlan, malên sivîlan û qadên jiyanê yên sivîlan dike talokeyê. Çawa ku li ser kirinên wê yên li herêmên kurd ên li bakurê Sûriyeyê bi zelalî me diyar kiriye, em dixwazin gavên wê yên leşkerî yên li Iraqê jî bi çarçoweya hiqûqa navneteweyî be.”

Rayedarên Iraqî li dijî êrîşên ku bûne sedema mirina sivîlan û ji bo ku Tirkiye serweriya Iraqê û qada wê ya hewayî binpê kiriye helwest nîşan da. Ev helwest piştî êrîşa ser kampa Mexmûrê ya 6’ê Hezîranê ya êrîşa hewayî ya tirk ji hêla meqamên Iraqî ve hate dubarekirin.