24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye ola islamê ji bo hegemonyaya xwe bi kar tîne

Dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Herî dawiyê di 30’yê kanûna 2021’î de camiyeke li navçeya Zirganê ya girêdayî kantona Hesekê topbaran kir.

Şêxê Tarîkata Qadirî ya li Sûriyeyê Şêx Mihemed El-Qadirî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser camî û perestgehên pîroz axivî û diyar kir Tirkiye bi van êrîşan pîvanên îslamê binpê dike, her wiha siyaseta Tirkiyeyê siyaseteke ku dijminane û xerabkirina rastiya îslamê ye.

Şêx Mihemed El-Qadirî bal kişand ser hedefgirtina perestgehên li herêmê û wiha got: “Di rastiyê de Erdogan bi axaftin û kiryarên xwe re nakok e, îdia dike ku ew bavê mislimana ye, lê xirabiyan dike, perestgeh û deverên pîroz diruxîne. Her wiha êrişî erd û malên misilmanan dike. Bi vê yekê dixwaze li ser hesabên xwîna gel, berjewendiyên xwe pêk bîne, ji lew re pîvanên îslamê xirab dike.”

Hin bûyerên êrîşên li ser camiyan

9`ê cotmeha 2019`an, artêşa tirk û çeteyên wê êrişî Serêkaniyê kir, di roja sêyemîn de jî Mizgefta Buxarî ya li naverasta bajêr kir hedef.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb agahî dabûn û gotibû artêşa tirk li gundên Tewîle û Dirdara yên navçeya Til Temirê 2 mizgeft kirin hedef.

30`ê gulana 2020`an jî çavkaniyan ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên “Semerqend” ên girêdayî artêşa tirk mizgefta li navçeya Mabata veguherand girtîgehê, her wiha Mizgefta Selaheddîn a navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran kir.

Têkildarî van bûyeran de jî El-Qadirî piştrast kir ku Erdogan û siyaseta wî, berdewama hovîtiya xîlafeta Osmanî ye û wiha pê de çû: “Bi navê îslamê êrişî gelan kirin, lê di rastiyê de îslama rast van kiryar û siyasetan qebûl nake.”

Mafê gelan

El-Qadirî da zanîn ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnertiya rêgezên rastîn û pîroz ên îslamê dikin û wiha dewam kir: “Her pêkhateyek bi awayekî azad û demokratîk ol û ayînên xwe pêk tînin, her wiha parastina deverên pîroz ên hemû baweriyan û olan dikin. Mafê her gelekî Rojhilata Navîn û cîhanê ye ku li gorî ol û ayînên xwe tev bigerin.”

Sûcên artêşa tirk ne tenê li dijî misilmana ye, lê belê çeteyên wê li dijî civata êzidî û elewî yên li Efrînê jî hovîtî kirin. li aliyekî din jî îslam li ser êzidiyan ferz kirin û mezhebê sunnî li ser elewiyan ferz kir. Pê re jî ew neçar hiştin ku berê xwe bidin mizgeftan.

Êrîşên li ser Şengalê

Çavkaniyan ji Efrînê ragihandin ku çeteyên artêşa tirk navenda Yekitiya Êzidiyan a Efrînê ruxand, her wiha peykerê Zeredeşt û qubeya Laleş jî hilweşandin. Di heman demê de çeteyan gorên êzidiyan kolan û li Efrînê û Serêkaniyê ruxandin.

Demokrasiya olan

Şêx Mihemed El-Qadirî ev li axaftina xwe zêde kir: “Em ê li ser rastiya ola xwe û rêgezên wê bimînin, her wiha em ê rêya berxwedanê dewam bikin û dê hemû ol û ayînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekdest bin û em ê demokrasiya olan pêk bînin.”

El-Qadirî îşaret pê kir ku dewleta tirk ji bo erd û weletên cîran dagir bike, pê re jî mafên gelê vî welatî tune bike, îslamê bi kar tîne. Şêx Mihemed El-Qadirî wiha dawî li gotina xwe anî: “Dewleta Tirk a dagirker îslamê ji bo ferzkirina desthilata xwe li ser civakê bi kar tîne, lê ruxmî hemû hewldanên wê, bi vê siyasetê nekarî bandorê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.”