23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye penaberan wekî çekekê bi kar tîne

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ji ber rewşa xwe ya jeopolîtîk Tirkiye di gelek mijaran de xwedî avantejeke girîng e. Rêvebiriya Enqereyê di mijara penaberan de vê avantaja heyî li dijî welatên rojavayî wek çekekê bi kar tîne. Li gor daneyên fermî yên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî di sala 2020’î de welata ku herî zêde penaber lê hene Tirkiye ye.

Di van çend salên dawî de ji ber êrişên DAIŞ û bêîstiqrariya heyî ji Sûriye û Iraqê bi milyonan kes ji bo derbasî welatên ewrûpa bibin berê xwe dan Tirkiyeyê. Hêjmarek zêde îranî jî li Tirkiyeyê heye. Di van demên dawî de bi taybetî piştî Amerîkayê ragihand ku wê hêzên xwe ji Afganistanê bikişîne pêl bi pêl penaberan berê xwe da Tirkiyeyê. Ji xwe di vê mijarê de her roj em li ser ekranên televîzyon û malperên nûçeyan de dîmen û wêneyên vê tradejiyê radixe ber çavan dibînin. Lê dewleta tirk wek ji hatina van penaberan keyfxweş e, dengê xwe nake.

Bêguman li cihekî zilm, kuştin an go mafên mirovan ên herî bingehîn bên astengkirin, bên qedexekirin mirov neçar dimînin ku ji bo jiyanê berê xwe bide cihekî din. Lê cihê ku diçe jî divê li ser hebûna van kesan hesabê qirêj çêneke. Di çarçoveya normên mirovî de nêzî van penaberan bibe. Lê mixabin dewleta tirk berovajî van penaberan li dijî welatên rojavayî wek tehdîdekê an go wek şantajê bi kar tîne. Mînakên vê di mijara Sûriyeyê de me bi awayekî vekirî dît. Ez bawer dikim ku kesên gotinên Erdogan ên “ger hûn neyên ser ya me em ê deriya vekin wê bi milyonan penaber berê xwe bidin welatê we” ji bîr nekiriye.

Di vê astê de wisa vekirî tehdît, di mijara penaberan de rûpoşa ser rûyê dewleta tirk daxist. Lê mixabin tevî ku ev ji derveyî qanûnên navnetewî ye û mafê dewleta tirk nîne mûameleyek wisa xirab li dijî penaberan bide meşandin jî kes dengê xwe jê re nake. Lewma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî vê di her mijarê de wek firsetekê bi kar tîne.
Bi hinceta ku ez pêşî li penaberan digirim li seranserî sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistane de dîwar lê kir. Her kesê ku li ser herêmê xwedî agahî ye baş dizane ku dewleta tirk ev dîwar ne ji bo pêşî li penaberan bigire lê kir. Di vir de yekane armanca dewleta tirk dorpêçkirina herêma rojavayê Kurdistanê ye. Bi lêkirina dîwar qaşo nahêle kes qaçax derbas bibin. Lê ew hemû çeteyên xwe di derîyên sînor re bi awayekî qaçax derbasî welat dike. Dema canê wan dixwaze pêşî li penaberan vedikin û kom bi kom penaber derbas dibin. Lê bi navê: “Va ye ez li hemberî penaberan tedbîran digrim” jî dîwar lê dike. Ev jî di vê mijarê de durûtiya dewleta tirk bi awayekî eşkere radixe ber çavan. Dewleta tirk ji bo di mijara Sûrî de destê xwe xurt bike û xwe li ser siyaseta navneteweyî ferz bike li dijî welatên rojavayî çeka penaberan bi kar tîne.

Bêguman di van demên dawî de zêdebûna hêjmara penaberên Afganistanê jî parçeyekî vê polîtîkaya qirêj e. Her kes dizane ku rejîma AKP-MHP dixwaze li Afganistanê bi cih bibe. Rewşa Afganistanê niha şolî ye. Wê rewş ber bi ku ve biçe ne diyar e. Wisa diyar e ji bo çareseriya pirsgirêka heyî wê di qada navneteweyî de