20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye û bazara çekan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di qada navneteweyî de, li parzemînên cuda bûyerên diqewimin bi hev ve girêdayî ne. Nakokiyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de û derxistina Tirkiyeyê ji projeya balafirên şer ên F-35 wek du mînakên van pêşveçûnan in ku derdikevin pêş.

Di van salên dawî de, dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên şerxwaz ve bala gelek dewletên ên di pîşesaziya çekan de bi pêş ketine dikişîne ser xwe. Bêguman ji van dewletan bazara herî baş li wan welatan in ku şerê germ li wan tê jiyîn û li ser vî şerî desthilatdar xwe li ser piyan digirin.

Ji ber di roja me ya îroyîn de, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi mîlîtarîzmê xwe li ser piyan digire pêdiviya wê bi vê bazara çekan heye.

Lewma desthilatdariya Tirkiyeyê di qada navneteweyî de bi qasî ku di projeyên çekan de cih digire di projeyên avhewa, ekolojî, çand û bipêşxistina mafên mirovan de nagire.

Yek ji van projeyên ku xewn û xeyalên desthilatdariya AKP-MHP’ê dixemilî ne jî projeya balafirên şer ên F-35 bû. Lê ji ber çavsoriya dewleta tirk ku dixwest di projeyên navneteweyî de cih bigire ev xeyala wê jî têk çû.

Wezareta Parastina Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê, diyar kir ku wan ji rêvebiriya Enqereyê re ragihandiye ku bi fermî Tirkiye ji projeya F-35 derxistiye.

Bêguman ev projeya ku bi tevlîbûna Amerîka, Birîtanya, Îtalya, Hollanda, Avûstralya, Danîmarka, Kanada û Norveçê pêk dihat, ji bo dewleta tirk gelek tişt îfade dikir.

Dewleta tirk ji bo ji vê projeyê neyê dûrxistin di qada navneteweyî de kar kir. Lê wisa diyar e ku kesên ew ji vê projeyê derxistiye li ser hin mijaran ne îqna ne. Ew jî mijara ku xirabiyên Tirkiyeyê ji başiyên wê zêdetir in.

Bi taybetî ev nakokî piştî dewleta tirk ji Rûsyayê fûzeyên S-400 kirî û şûn ve zêdetir hat rojevê. Di halê heyî de fûzeyên ku hatine kirîn jî hîn wek tên xwestin nehatine aktîfkirin. Jixwe li dijî kê û çima bên aktîfkirin jî yek jimijarên sereke yên li pişt perdeyê ne ku tên axaftin. Lê mijara me ne ew e.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê her çendî dibêje “ji derketina vê porjeyê ne xema me ye” rastî ne wisa ye. Ji derketina vê projeyê di qada navneteweyî de wê hin pêkanînên din jî bi xwe re bîne. Rêveberiya Enqereyê jî bi vê dizane. Lewma ji bo ev pêkanîn li ser wan zerarek mezin nedin avakirin di nav hewildanan de ne.

Beriya biryara Amarîka û Kanadayê ku bi salan e teknolojiya çekê difirot dewleta tirk, bi hinceta ku li Qerebaxê ew çek bi kar aniye, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê betal kir. Piştî wê kêm be jî di qada navneteweyî de jî sînyalên bi vî rengî hatin dayîn.

Bi vê biryara ji derxistina projeya balafirên şer ên F-35 û şûn ve, wê li ser dewleta tirk pêkanînên çawa bên meşandin hîn ne diyar e. Rêveberiya Enqereyê ji bo ji vê rewşê zêde bandor nebe berê xwe daye bazara Kafkasyayê. Lewma hewil didin ku krîza di navbera Rûsya û Ûkraynayê de kûr bikin.

Jixwe ji despêkê ve dewleta tirk xwe wek alîgirê Ûkraynayê da nîşandan û di vê mijarê de her dem dijbertiya Rûsyayê kir. Lê ji bo dilê Rûsyayê jî xweş bike hemû daxwazên Rûsyayê jî qebûl kir. Yanî li gor xwe di nav siyaseta dualî de bû. Lê ev siyaseta peritî îro Tirkiye xistiye rewşeke pir nebaş.

Piştî diyar bû ku wê dewleta tirk balafirên keşfê yên bêmirov bifroşe Ûkraynayê, Rûsya kêm be jî rengê xwe diyar kir. Çend roj ber li ser vê mijarê serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn axifî û bi van gotinan bal kişand ser girîngiya mijarê; “Em têra xwe bi sebir in, lê bersiva me ya li dijî provakasyonan wê tund be.” Gotinên Pûtîn bi vê ve ne sînordar bûn. Pûtîn ji bo welatên ku bi Rûsyayê re di nav tekîliyê de ne jî ev hişyarî kir; “Ez hêvî dikim ku tu welat di têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xetên sor derbas neke.”

Pûtîn bi vê nirxandina xwe ne tenê dewleta tirk hêzên ku dixwazin krîza Ûkraynayê li dijî Rûsyayê bi kar bînin jî tehdît kir. Lê di vê mijarê de ya herî binketî dewleta tirk e. Ji ber ku dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên şaş û ferzkirî hem ji dêrê bû him jî ji mizgeftê.