20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiyeyê di 2021’ê de 367 caran çekên kimyewî bikar anî’

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer a sala 2021’ê eşkere kir. NPG’ê da zanîn ku Tirkiyeyê di sala 2021’ê de 2 hezar û 25 êrîşên hewayî pêk anî û 367 caran çekên kîmyewî bikar anîye. NPG’ê destnîşan kir ku di şerê 2021’ê de 861 leşker û 40 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Tirkiyeyê di 10’ê Sibata 2021’ê de yekem êrişa bi çekên jehrawî û qedexekirî li ser Garê bikar anî. Di 10’ê sibata 2021’ê de bi balafiran êrîşî herêma Garê kirin. Wê demê serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan gotibû ku ew ê di demek nêzîk de mizgêniyek bidin. Lê piştre TSK’ê aşkere kir ku 12 polîs û leşkerên wan ên di di destê PKK’ê de ye di operasyonê de hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 16’ê sibatê de daxuyanî da û diyar kiribû ku Tirkiyeyê bi çekên kîmyewî êrîşî kampa êsîran a li devera Siyanê ya Garê kiriye.

Êrişa 23’ê nîsanê

Piştî hevdîtina Erdogan û Jeo Bîden, di şeva 23’ê nîsana 2021’ê de TSK’ê li dijî herêma Metîna, Avaşîn û Zapê êrişek berfireh da destpêkirin. Balafir û helîkopteran bê navber herêm bombe kir. Endamên HPG’ê û YJA Starê bi pêngavên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê li dijî êrîşan şer kir. Di 10 rojên destpêkê yên êrişê de leşkerên Tirkiyeyê herî kêm 9 caran çekên kimyewî û jehrî bikaranî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan, di daxuyaniya meha Tîrmehê de ragihand, Tirkiyeyê li dijî hêzên wan çekên kimyewî bikartîne.

Qadên sivîl bombe kirin

Leşkerên Tirkiyeyê di 4’ê îlonê de gundê Hirûrê yê Behdînan bombebaran kir. Di êrîşê de ji heman malbatê Abdullah Hesen, Hediye Mistefa û Îman Abdullah bi jehrê ketin.
Di meha Gulanê de Tîma Rêxistina CPT’ya Kurdistan-Iraqê hewl da biçe herêma Mam Reşo ya Avaşîn, bikaranîna çekêm kîmyawî lêkolîn bike, lê ji ber metirsiya êrişên Tirkiyeye nekarîbû xwe bigîne herêmê. CPT ragihand ku Tirkiyeyê çekên kimyewî bi karaniye.
Di şeş mehan de 323 caran çekên kimyewî bikar anîn
Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, di nava 6 mehên destpêkê de, artêşa Tirk li dijî hêzên gerîla 323 caran çekên kîmyawî bi kar aniye. Di 15 rojên destpêkê yên îlonê de leşkeran 99 caran herêma Werxelê bi çekên kîmyawî bombebaran kir.
Li gorî bîlançoya HPG’ê di 6 mehên destpêkê de, wan 599 çalakî li dijî leşkeran li dar xistiye. Di çalakiyan de 670 leşker hatine kuştin û leşkeran 323 caran çekên kîmyawî bi kar aniye.
HPG’ê, da zanîn ku di 6 mehên şer de 101 endamên wan li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê jiyana xwe ji dest dane. 32 endamên wan bi çekên kîmyawî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî bîlançoya herî dawî ya HPG’ê Tirkiyeyê li qadên şer 367 caran çekên kimyewî bikar anîye.
Tirkiye 5 cûrên çekên kimyewî bikar anî

Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan roja 27’ê Mijdara 2021’ê di Stêrk Tv de diyar kir heta niha Tirkiyeyê 5 cure çekên kimyewî bikaraniye. Karayilan anî ziman ku gazên Klor, Sulfur Mustantê, gaza îsotê bikar aniye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar jî ji Rojnewsê re axivîbû û gotibû: “Dewleta Tirk di şerê li dijî gerîla de xetimiye. Li pêş çavê tevahî cîhanê û li her qadê ev çekên qedexekirî bikar tînin. Lê mixabin cîhan bêdenge. Rêxistina dijî çekên kîmyewî ku navenda wê li Hollanda Den Haag’ê ye, li ser xwestekên dewletan dikeve tevgerê. OPCW xwe ji bo me nebihîstî dike. Cihê ku çekên kîmyewî tê bikaranîn, Başûrê Kurdistanê ye û Hikumeta Herêma Kurdistanê bixwe alîkariya dewleta Tirk dike û ji cîhanê re dibêje tiştek wisa nayê bikaranîn. Yê ku nahêle lêkolîn bê kirin Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”