Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Tirs û xof

Em dikarin, berhevdana tirs û xofê bi pênc sernivîsan kom bikin:

•Fobias

•Tansiyona panîk

•Bêhntengiya gelemperî

•Xerabiya obsesîf/ kompulsîf (acizî -zehmetiya fikrî/ramanî/libatî-)

•Xerabiyên stresê yên piştî trawmayê

Ev pênc tişt li gel pêwendiya wan a bi hev re, xerabiya têkildarî tirs û gumanbariyê jî pênase dikin. Pêwendiya tirs û xerabiyên gumanbariyê, bi xerabiya hest û rewşê ango bêhntengiyê (depresyon) re jî heye.

Tişta girîng, tenduristiya motîvasyona parastinê û mekanîzmayên xweparastinê ye. Heta ku hêmanên parastinê tendurist bin, gelek sedemên tirsa der barê mijarên şexsî û yên lêferzker de ji holê radibin. Ji holê rakirina sedemên tirsê, tamîrkirin an veguherandina wan, ji tirsan ber bi riya azadiyê ve pêngavek rast e. Qebûlkirina tirsê, dibe sedem ku tirs mayînde be.

Heke tirsek we hebe, hûn li şûna ku bêjin “Ez ditirsim.”, hûn dikarin bi gotinên “Ez li şûna tirsê wêrekiyê/ hezkirinê / rûbirûhatinê/ azadiyê hildibijêrim.” dikarin xwe ji tirs û xofan rizgar bikin. Piştî we daxwaza xwe diyar kir, êdî hûn dikarin riya jiyana xwe û enerjiyê jî diyar bikin, wan bi rê ve bibin. Em dikarin bibêjin, li gel tirs û xofê bijartina riya azadiyê, wêrekî pêwîst e.

Tevî van; awayê tevgera vê serîhildanê, bi seknek ji xwe bawer, bi nasînê bi ser wê karaktera tirsnak a bi xetere ve diçe û wê têk dibe. Ango li vir ya têk diçe tirs e. Tişta li vir diqewime helbet ne îlluzyon e.

Berxwedana li hemberî neheqî û zordariyê, şêwaza herî sade ya wêrekiyê tê hesibandin. Ev yek jî bi  hezkirina kesan a jiyanê ve tê pîvandin. Mark Twain wêrekiyê, li hemberî tirsê wekî çalakiya herî mezin pênase dike. Dibêje, li gel wêrekî berxwedana li dijî tirsê ye jî ev nayê wateya ku ew hakimê tirsê ye an tirs bi temamî tune dibe. “Heke aliyekî afirîdeyek ne tirsonek be, wêrekiya wî jî ne hêjayê pesindayînê ye.”

Ji ber vê yekê her çend ev çalakî xwedî bingeheke dîrokî û civakî ye, her wiha xwedî wateyên kûr ên têgehên derûniyê ye jî.

Dema tirs bi awayên fikrên patolojîk bin, divê bên tedawîkirin. Ku tirs hesteke mayînde ava bike, di vê rewşê de panîka kronîk ango bendewariyên reşbîn ên mayînde tên îfadekirin. Ji ber vê sedemê, di salên dawî de tirs, di qada derûniya hestewarî de bûye mijareke girîng.

Benjamîn Disreaelî dibêje; “Tu tişt nikare li hemberî îradeya mirovên ku dikarin hebûna xwe fedayê armanca xwe bikin li ber xwe bide.” Bi gotineke din, ji bilî ku ew mirov desturê bidin ew qonaxên xwedî gelek rabirdû wan ber bi serboriyên îflasa derûnî û giyanî ve bibe; beravajî, ew bi xwehêza xwe bawer, tevî têkoşîneke îradî vê yekê avêtine der, aşkera kirine.