Rojnameya Heftane

Ken ji dev û lêvan hêvî ji çavan kêm nebûn

Ji derengmayîna min, ji xemsarî û sersariya min bihesibînin vê nivîsê. Bêguman ji heq nayêm der li ser binivîsim. Nazdar e êşa nivîsê, giran e derdê hevokê, cirnexweş in çêkirinên rêzikan li…

Velgê dare ruçikit kerd çuwalan

Hawtanê derbaz bîyayeyan de ma qalê Siltan Silemanî kerdbî. Tilya ey de ju gîştanêestbîyo hûrînda nêxşê gîştanî de morê ey bîyo. Cebraîlî no mor dayo Siltan Sileymanî. Saya nê morî ra dinya…

Tirsa Asê

Ev çi jiyan e yabo!

Neyê serê tu kesî.

- Advertisement -

Bi rastî jî nasandin û fêhmkirina vê tirsê mesele ye.

Nizanim çawa rave bikim û ji ku ve dest pê bikim.

Dayika min ji her tiştî, ji her kesî û ji her rewşê ditirse. Di ser de jî heyrana tirsa xwe ye. Ji çi/kê/kî bitirse jê hez dike, dibe evîndarê tirsdarê xwe. Ji dewletê, ji apê xwe, ji kalikê xwe, ji bavê min, ji rikberên me, ji bûka xwe ditirse û evîndarê tevan e. Ji ber wan diricife, difikirim ku aliyekî tirsonekiya min ji wê/vê rewşa wê tê. Kî qedr û qîmetê bide, lê xwedî derkeve û wê biparêze dibe neyarê wan. Xwîna wan vexwe têr nabe.

Nizanim ev çi mesele ye.

Roja wê bi tirsê derbas dibe ligel şeva wê û ligel vî emrê dirêj. Deng ji derî bê, ji telefonê bê, mêvanek bê, teqîniyek sivik be jî bê, rêwiyek bibuhure, erebeyên bi xirecir (di vê navberê de bibêjim ku mala me li çaryana rê ye û betal nabe) tev wê ditirsînin û nasekine, li nav malê diçe û tê. Teqîna gopalê wê ye; teq, teq, teq…

Na, ne dîn e. Ji min û te biaqiltir e, dîroka zindî ye û arşîva wê, hişê wê pir xurt e û pir xweş dipeyîve û çîrok û mesele û metelokên wê naqedin, serê mirov dibe, mirov aciz dike, lê ditirse. Ha, vê jî bibêjim ne tirsonek e. Bi qasî her mirovê normal e, tirsonekiya wê. Lê ji jiyanê, ji hebûnê ditirse. Lewra xêr ji wan nedîtiye. Xêrnedî ye.

Ya ecêb, evîndarbûna wê ya tirsdarê wê ye.

Îja ku yeke/î ji xwe qelstir dibîne îmana wê/î derdixe.

A cîrana me aqil berdaye, weke Apê min, bêhiş e, neyê serê tu kesî. Çi zilm û eziyeta jiyanê û zordariya ku tu bibêjî hatiye serê wê. Nikarim derde wê têxim rêzê, lê ma zilma bindestiyê bi serê xwe her tiştî aşkere dike. Min got, hiş berdaye û sedema bingehîn jî ezezok, çavbirçî, çavnebar û qelsiya li ser feqîriyê ye. Gazinok, minminok û dawî dawî ev anî serê xwe ligel derdan. Îja diya min li hêviya wê ye û hêrsa xwe tev di serê wê de derdixe.

Ecêb e tirsa diya min. Ji xwe pê ve ji tu kesî jî hez nake. Her tiştî, her bûyerê, her meseleyê li gorî hewcedariya xwe dipîve; ew ê çiqasî zirarê bidê, wê dipîve, wekî din her tişt jê re vala ye. Aktoreke xurt e, ecêb dileyze. Mirov dikare bibêje jiyana wê rol e.

Îja ez qala qenciyên wê nakim, ew bêpîvan in. Lê ya ku dixwazim bibêjim; tirsa wê û sedema vê binhişiya wê ye. Mirov çawa dikeve vê rewşê! Ravekirin pir zor e.

Gelek aliyên min jî ji vê rewşa wê tê; dizanim.

Gotina kin ku di hişê min de diçe û tê; Xwedê bindestiyê neke para tu kesî…

Tew ku tu kurd bî!

Rewşa Kerkûk û Şingalê jî bi ser de hat!