20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirşik’ keşkûleke modern e

Malper û ferhenga înteraktîf a bi kurdî Tirşiknet wekî biwareke piralî li ser babetên kurdî xebatên xwe dimeşîne.
Malpera Tirşiknetê di gulana sala 2013an de wekî mil û pêveka malpera wergerine.comê hat damezirandin. Koma Tirşiknetê ji bo xwe çend armancên sereke destnîşan kiriye û li gorî wan tûrikê xwe bi daneyan dadigire. Armancên sereke yên Tirşiknetê ev in:

  1. Li ser înternetê malpereke xwerû bi kurdî çêbikin
  2. Malperê bikin cihê danûstandina kurdan a bi hev re û bibin sedem ku kurd bi kurdî binivîsin.
  3. Biwareke şêwr û mişêwiran saz bikin da ku kurd ji hizr û zanyariyên hev îstîfade bikin, bingeheke rexneyî ava bikin û digel rexnekirinan yekîtiyekê ava bikin.
  4. Arşîveke xwerû kurdî çêbikin û di hemû babetan de agahiyan kom bikin û bi raya giştî re parve bikin; di vê arşîvê de rexne, agahî, şiroveyên heyî wekî almanax û ansîklopediyeke online bi kar bînin
  5. Zimanê kurdî yê rojane tev li hemû babetên zanistî û yên mayîn bikin û bi vê yekê jî rê li ber standartîzasyona kurdî xweş bikin,
  6. Li ser malpereke înteraktîf karê berhevkariyê bikin; gotinên pêşiyan, biwêj, çîrok, stran, mamik hwd berhev bikin û veguhêzin nifşên bê,
  7. Piştgiriya ferhenga kurdî bikin û ji aliyê afirandin û darijtina peyvên nû de nimûneyan bexşî ferhenga kurdî bikin da ku feehenga zimanê kurdî dewlemendtir û nûjentir bihêlin
  8. Agahî û serpêhatiyên xwe bi hev re parve bikin û têkiliya civakî xurttir bikin.

Malpera Tirşiknetê bêhtir di çarçoveyeke ferhengî de xebatên xwe dike. Di malperê de ji bo tişt, kes, peyv û bûyeran pênase û şirove hene. Mesela di malperê de li peyva “tirşik”ê bigerin binihêrin bi dehan pênase û terîf ji bo wê hatiye kirin.

Li ser malpera Tirşikê hûn dikarin ji bo her tiştî mijarekê vekin û “tirşikvan”ên Tirşikê (nivîskarên Tirşikê) fikr û ramanên xwe der barê mijarê de parve dikin.

Tirşik ji aliyê hin kesan ve tên rêvebirin lê ew dibêjin ku “tirşik ya hemû kurdan e” û heta ji destê wan bê ew ê nehêlin malper bê girtin.
Her wiha malpera Tirşikê heta niha gelek fîlmên cîhanî jî wergerandine kurdî.
Hûn dikarin li ser malpera Tirşikê li gelek tiştan bikolin, fêrî gelek tiştan bibin. Her wiha Tirşik rojeva kurdan û ya cîhanî jî baş dişopîne.

Her wiha li gorî qayîdeyên hatine destnîşankirin hûn dikarin li ser malpera tirşikê dest bi nivîskariyê bikin ango bibin “tirşikvan”ên nû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê