Duşem, Tirmeh 26, 2021

Tirşikçî tirşikçî ye çi nêr e çi mê ye

Di wêjeya devkî ya kurdî de tirşik bi qedir û qîmet e. Berê mîr, axa û begên kurd li ber derê palas û pêjgehên xwe tirşik li xelkên xizan belav dikirin. Wê demê hin kesên kone û şelaf ji bo çend kevçî tirşika zêde bixwin ji mîr û axa û began re şelafî, melaqî û pesindarî dikirin. Her wiha bi demê re dibûn xulamên mîr, axa û began. Bi dem û dewranê re gotina tirşikçî ket nava lîteratora kurdan a polîtîk.

Di navbera salên 80’yî û 90’î de gotina tirşikçî bi awayekî dijkolonyal êdî xwe berda nav ferhenga kurdan a polîtîk. Apociyan ji kesên ku xulamtî ji sazî û dezgehên dewletê re dikirin û bûbûn dûvikên wan re digot tirşikçî. Kesên ku ji bo memûrên dewletê digotin efendim û xwe ji efendiyan re dikirin xulam û şelafîtiyan ji wan re dikirin êdî di çavên gel de dibûn tirşikçî.

Hefteya borî M. Emîn Efe yê ji Semsûrê tirşika kapîtalîstên tirşikçî derxist û got em nikarin ji titûnê tirşikê çêbikin! Rast e heyran, ji titûnê tirşik çênabe, tirşik ji balîcan, firingî, îsot, kartol, kulind, pîvaz û hwd. çêdibe. Tirşik guneh e, lê tirşikçî tirşikçî ye û bê prensîb e. Herçî yên tirşikçî ne, çilek û boşboxaz in, tirşikçî ye, lê timî zikbirçî ye, eyarê tirşikçiyan fireh e hêjano!

Li welatê me mijara tirşikçiyan girîng e. Di her qada jiyanê de hene, lê li gorî sal û sedsalên berê teşhîr û rûreş bûne. Di nav kurdan de tenê ne di qada aboriyê de, di siyasetê de jî tirşikçî hene, ji ber ku tirşikçî ne, bi kêrî serê pîvazekê jî nayên. Her wiha tirşikçiyên wêjeyê jî hene, bêhna tirşikê bi wêjeyê xistine. Tirşikçiyên çand û huner û muzîkjeniyê jî eyb û şerma reş e.

A herî girîng hin partî û hizbên kurd ultra tirşikçî ne, dagirkerên welatê me van tirşikçiyan li ber derê palas û pêjgehên xwe digirin û wan bi tirşika xwe terbiye dikin. Bi xwedê ev axa û beg, ev şêx û meşayîxên kurd ên tirşikçî mîna jehrê ne, her diçe belav dibin. Destalêsên dagirkeran nabin dostê me kurdan.

Tirşik peyveke xaskurmancî ye û gelek peyv û biwêjên nû jê tên dariştin: tirşikçî, tirşikvan, tirşikgerî, tirşikparêz, tirşika yekî derxistin, tirşika yekî xwarin û herî dawî jî tirşikçî qapîtalîst…

Xulasa, tu kes di zikê diya xwe de nebûye tirşikçî heyran, li vê cîhana gilover û gewrik dibistana tirşikçiyan daîreyên dewletê ne. Ji ziktêrî, lê ji çavên birçî dibin ew tişt. Yanî tiştên ne tu tişt.

Dema min ev nivîs dinivîsî ji min pirsîn, gotin peyva tirşikçî nêr e yan mê ye? Min got heyra nêr be çi ye, mê be çi ye. Tirşikçî tirşikçî ye.
Wekî gotina dawî; tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî.
Bimrin tirşikçî, bijîn welatparêz!