Rojnameya Heftane

Tiştanok an jî mamik

Qerf, henek an  wekî dibêjin yarî di nav ziman û çanda kurdî de xwedî cihekî taybet in. Lewre divê em xwedî li vê çandê derkevin û em nehêlin ku wenda bibe. Ji aliyekî din ve bi vî awayî em zimanê xwe li ber dilê zarokên xwe şîrîn dikin. Di nav kurdan de berê di civat û şevbihêrkan de gelek caran ev mamik an jî tiştanok dihatin pirsîn û bersivandin. Bêguman  demên berê  ne wekî niha bû; civat digeriya, gundî li hev diciviyan û şevbihêrkên xwe bi hev re derbas dikirin. Di van şevbihêrkan de çîrok, stran, pêkenî, mamik û zûgotinok dihatin gotin. Pirsîna mamikan  wekî pêşbirkekê bû. Kesê ku pirsa xwe dikir, bi vê hevokê dest pê dikir û digot: Tiştek min heye (pesnê tiştekî dida û paşê digot) kî dizane ew çi ye?

Kî dizane ev çi ye?

1- Xişt û mişt çû dergehê rûnişt

2- Koka wê di erdê de ye, nava wê di dîwar de ye û serê wê di mirov de ye?

3- Koleyek tê ji deştê barê striyan li piştê.

4- Kaniya qinê qinê, mîr û beg dest didinê.

 

1- Melkes, gezik.   2- Genim. 3- jîjo. 4- Poz.