Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine.
Em bi hêvî ne ku li gorî dilê we bin. Bi malbatî dîsa van mamikan ji hev bipirsin û tasekê ji kaniya da û dapîran, bav û bapîran vexwin.
Bêguman tiştanok bi gotina ‘mamê mino mamanî’ an jî bi ‘kî dizane ev çi ye?’ dest pê dike.
1- Mamê mino mamanî
Bê ling û bê pehnî
Ji xwe de diçe ser banî
2- Mamê mino mamanî
Dest û tilî çermanî
Xwe hildavêje zirçanî
3- Mamê mino mamanî
Hespê boz
Kire toz
Bersivên me ev in:
1-Dû, dûman, dixan
2-Beq
3-Aş