25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tiştek şûna dengbêjên me nagire

Mêvanê me yê vê hejmarê hunermendekî navdar ê xwedî dengekî zêrîn e ku ji salên 85’an bi deng, stranên û bi sekn û helwesta xwe her tim di dilê gel de dijî. Me xwest, vê hejmarê hunermend Xelîl Xemgîn bikin mêvanê we û çend pirsan jê bikin da ku dilê hezkiriyên wî yên ji zû ve ye li benda wî ne xweş bibe.

Kengê têkiliya te û muzîkê bi hev re çêbû, tu dikarî ji kerema xwe behsa wan rojan bikî; bandora malbatê û bandora radyoya Bexda û Erîvanê û hunermendên wê demê bikî?

Êvarê dema ku seat dibû 4 radyoya Kirmanşanê û ya Erîvanê derdiketin. Helbest û stranên radyoya Kermanşanê hê jî di guhê min de ne. Radyoya Erîvanê pişt re navdar bû. Li dû wan jî radyoya Bexdayê derket. Min stranên ku di radyoya Kirmaşanê de derdiketin yek bi yek ji ber kiribûn. Seat di 4’an de rûspiyên gund li ber dara di hewşa me de, li hev kom dibûn. Ku radyoyê parazît bikira tev aciz dibûn. Bavê min bi xwe jî di dawet û şînan de stran digotin. Pir yekî dilgeş bû di vî alî de bandora wî gelek li ser min hebû.

Li herêma me dengbêjên resen hebûn. Pirî wan çûn ber dilovaniya xwe. Yê herî dawî jî Bavê Seleh bû. Zêdetir navê malbata Mala Evdê Naza di dengbêjiyê de hebû. Hê jî li ser kevneşopiya xwe ne. Ji radyoyan bêhtir, di zaroktiya xwe de aşiqê dengê Hesenê Cizîrî û Meryemxanê bûm. Ev her du deng, ji bo min pir cuda bûn.

Tu dikarî ji kerema xwe behsa pêvajo û tevlêbûna xwe ya Koma Berxwedan bikî?

Di sala 1984’an de şehîd Sefqan, Şehîd Mizgîn, Celal Ercan kom ava kirin. Wê demê ez hê nehatibûm Ewropayê. Yanî di avakirina Koma Berxwedan de tunebûm. Wê demê li Erebistanê wek karkerekî dixebitîm. Lê peywendiya min di sala 1978’an de bi alî wê yê rêxistinî re hebû. Ez di sala 1985’an de hatim Ewropayê. Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd ez hatim vir û tev li înşakirina Koma Berxwedanê bûm. Demek dirêj e ji bo wê dixebitin. Herî zêde me di wan salan de van xebatên çandê kir ku bandor li welat, civak û vî miletî kiriye kir. Niha sazî û sazîgerî zehf in lê wan bandora xwe ji xebatên me girtiye. Min Celal Ercan nedît, ji ber ku ew vegeriyabû welat û şehîd ketibû. Ez bi Şehîd Mizgîn re heya salên 1988’an xebitîm. Ciwanên ku ji welat îltica dikirin dihatin xebatên me didîtin û tev li xebatên me yên şano, govend û koroyê dibûn. Şehîd Kasim Engîn jî endamê saziya me bû. Ne endamê Koma Berxwedan bû lê berpirsiyarê şaxê Fankfurtê bû.

Ji derveyî xebatên te yên di Koma Berxwedan de, te gelek albûm derxistine. Bi giştî tu dikarî behsa awaz û gotinan bikî, piranî gotin ên kê ne, çawa hatine hilbijartin û awazên stranên ku te gotine piranî kê amade kirine?

Navê albûmên ku min derxistine wiha ne: Bagok (1988), Ey Şehîd (1992), Name (1996), Zend(2004) û Ax (2008). Ji 2008’an vir ve min albûm çênekiriye. Stranên min ên di nav albûmên hevalan de di albûmên Koma Berxwedan de jî hene. Bêhtir qabiliyeteke min a hunerî heye di alî gotin, huner û çêkirina muzîkê de. Tecrûbeya ku min ji stîlên Mihemed Şêxo girtine hene, wan bandor li min kiriye. Pişt re têgihiştina aliyê civakî , siyasî û felsefî jî hene. Mirov dixwaze wan biparêze, bi pêş bixe. Ji berê de ez wisa difikirim, dibêjim ku tiştek çêbikim bila tiştek baş be mayinde be, ne yê xerckirinê be. Min di sala 1976’an de straneke bi navê ‘Rewşa mala’ nivîsand lê heya niha min nekiriye nav albûmên xwe. Niha li ser wê strana xwe dixebitim. Têgihiştina min, hezkirina min ji edebiyatê re heye. Bi taybetî jî Seydayê Cegerxwîn diecibînim û min gelek helbestên wî ji ber kirine. Min dizanibû ku kîjan helbesta wî di kîjan dîwanê de heta di kîjan rûpelê de bû. Ji bo min şensek bû ku min seydayê Cegerxwîn di sala 1976’an de li Helebê dît. Min jê re helbesteke wî xwend û min aferinek jê girt.

Ez helbestvan nîn im lê hezkirina min tim jê re heye, ji ber vê dema ku tiştek dinivîsim hewl didim ku baş be. Min tim hewl da ku tiştek ji bo piyasê nenivîsim lê bêguman kêmasî jî hene. Min di salên 80’yî de xortekî bi navê Kesra nas kir.
Naskirina wî salek dewam kir û ew bi qezayekê jiyan xwe ji dest da. Bandora helbestên wî gelek li ser min çêbû. Min dema ku helbestên wî xortî xwendin, min got li ser klasîkên me tiştên nû tên çêkirin.

Bi nasîna wî min dît ku çawa mirov dikare helbesta bike stran. Ez pişt re tim li kesek wisa geriyam paşê min Hekîm Sefqan nas kir. Belkî we jî ferq kiribe piraniya gotinên stranên min jê yên Hekîm Sefqan in. Ji sala 1990’î ve em bi hev re ne. Em bi hev re dixebitin, kar dikin jiyana me têkiliyên me tim di nav hev de ne. Hekîm ji bo min cuda ye. Ew dizane ez çi dixwazim di stranekê de, di muzîkekî de çi derbas dibe ez jî bi wî dizanim.

Tiştek ku li dewsa klasîkên me û dengbêjên me bigire tune. Di awazên ku min çêkirine de jî gelek kêmasî hene. Lê tişta herî kambax û xerab a ku min diêşîne ew e ku min stranên gelêrî digirtin û peyvên wan diguhertin. Ev hem rexne ye hem jî rexnedayîn e. Poşmaniya min ya herî mezin ev e dibêjim ku xwezî min tiştek wisa nekira.

Tu kengî ji welat derketî, çend sal in tu li xerîbiyê dijî û bêrîkirina welat bandoreke çawa li te dike, herî zêde tu bêriya çi dikî? Gava welat an jî Efrîn tê gotin pêşî çi tê bîra te?

Ez di dawiya sala 1985’an de ji welat derketim. Dema ku ez ji Efrînê derketim, di sala 1985’an de min li çiyayên Efrînê nêrî û got ku ez ê li we vegerim lê hewce ye dema ku ez hatim hûn jî min bibînin. Piştî 28 salan cara yekem bi saya Şoreşa Rojava di sala 2012’an de çûm Efrînê. 16 seatan li wir mam em di nav agir de çûn û hatin. Dê û bavên min hêj sax bûn min ew dîtin. Ez, Hekîm Sefqan û Bengî Agirî bi hev re bûn. Bîranînên wan jî hene, dema ku em gihiştin herêmê min li wan çiyayan nêrî bi wan re axivîm û giriyam. Dema ku ez giriyam, ew jî bi min re giriyan. Niha jî dema ku behsa wê kêliyê dikim hestiyar dibim. Ez ji ber çi bêriya Efrînê dikim? Tim dibêjim li vê derê roj ji cihekî derdikeve li gundê min ji cihek din derdiket. Ya vir û ya wir ne wek hev in berovajî ne. Ku ez heya niha karibûm li ser nigên xwe bisekinim, stranan binivîsim û bêjim, tev ji hezkirin û bêrîkirina wê ye.

Çima tam û çêj û qalîteya stranên berê bêtir hebû? gelo qalîteya stranan ketiye an jî sedemeke din heye ku ew tam û çêja berê di stranan de nemaye?

Ev pirs tam li gorî min e. Stranên me çiqas diçin qirêj dibin, tenê stran jî nîn in. Li gorî min di vê serdemê de erozyon, çolbûna mêjiyê mirovan heye. Yanî wek erozyona ku di xwezayê de çêdibe. Bi pêşketina teknolojiyê, sivikiya jiyanê em dikarin xwe biparêzin. Em dixwazin çandekê ava bikin, çanda ku di nav çar welatan de belav bûye û her çar welat jî dixwazin wê çandê tune bikin. Ji bo parastina çandê hewce ye ku em wek dewletê tevbigerin, lê derfet tune ne. Ji alî din ve, ev erozyona ku bi ser civakan ketiye ji her kesî bêhtir bandor li me dike û me li ber pêlên xwe difirîne. Ji tama stranê bêhtir her ku diçe karekterê hunermed jî diguhere. Ev guhertin jî tesîr li stranan dike ji ber yê ku stranê çêdike hunermend e. Ku dilê te bi evînek neşewite bi evînek neêşê nepijê, tu yê çiqas dikaribî li ser wê evînê stranek binivîsî û ew ê çiqas bibandor be? Yanî her diçe karekterê hunermend dirizê, karekterê hunermend tune dibe. Li ser huner û hunermendiyê razemeniyek jî tune ye. Ev jî dihêle ku hemû tişt bi bazarî, ji armancê bêhtir li ser popûlîzmê were çêkirin.
Ev du salên ez li medyaya civakî jî dişopînim ji bo yên ku stranan dibêjin ne muhîm e ku çiqas bandor li kesan dike, ji bo wan ya muhîm ew e ku çiqas belav bibe. Ku mirov bikeve xemên wisa wê çawa stranên bi tam derkevin. Stranên me her diçe dirizin. Hewce ye ku mirov li sedema vê bigere.

Kurd herî zêde ji stran û kilaman hez dikin û têkiliyeke xurt a bi dengbêjiyê re heye. Di vê serdemê de tu rewşa muzîka kurdî çawa dinirxînî?

Di aliyê dengbêjiyê ve, mixabin her diçe, di nav nifşên niha de gelekî kêm dibe û ew dibe tenê wekî arşîva civakê. Heke ew arşîv baş were parastin, wekî çawa ku klasîkên Ewropayê hatine parastin û niha li akedemiyan wekî ders tên dayîn, dê yên me jî wiha bibin.

Lê ev mixabiniyeke mezin e ku em di aliyê arşîvê de kêm in. Ji aliyekî din ve ez difikirim ku ev nifşa niha ya dawî ye ji bo dengbêjiyê.

Rewşa çand û mûzîka kurdî jî dikare di vê çarçoveyê were nirxandin. Divê ku berê razemeniyek ji bo tedbîrên xweparastinê hebûna, girîng e ku qedrê hunerê di astekê de bê parastin. Ev razemenî jî pêşengiyê ji civakê re dike. Gelek caran min gotiye û rexne li siyasetê jî kiriye ku li ser vê yekê razemeniyek nehate kirin. Ev yek bi giştî ye û her çar beşên Kurdistanê jî wiha ne. Ji bo me tevan tevgera azadiyê wekî hêviyekê bû ji ber ku bi şêwazeke hemdemî ye lê ji bo hunerê mixabin razemeniyek nehatiye kirin. Lewre niha jî em bedelên wê yekê didin. Niha muzîka kurdî li bin guhê hev ketiye. Muzîka kurdî nasnameyek wê heye, dengên xweş hene û vejîneke wê jî heye lê bi rengekî zanist parastin û xwedîderketineke ji bo siberojê tune ye.

Li vê derê bayê postmodernîzmê bandora xwe li her tiştî dike. Muzîka kurdî wiha bûye ku êdî lêgerînên tiştên nû, tiştên bibandor, tiştên ku civak bêje ez va me, binêre ev nasnameya min e, tune ye.

Divê ku bazareke kurdan ya bi rêk û pêk hebûya û wiha neketina destê her kesî. Bîr û hafizeya civakê gelekî girîng e û pêwîst bû ku ji zû de razemeniya vî tiştî bihata çêkirin.

Gelek caran mijara polîtîka û hunermendiyê dibe mijara nîqaşan. Tê gotin ku divê huner ne di bin banê polîtîkayê de be, tu çi difikirî?

Ev mijar di salên 80-90 ev mijar gelekî hate nîqaşkirin. Dema ku teyrek ne bi refê xwe re bifire bê guman li hin deveran bikeve. Kesên ku di berjewendiyên xwe yên takekesî difikirin vê yekê gelekî tînin rojevê. Ger hunermend be gerek bi refê hunermendên gelê xwe re bifire. Dibêje ez hunera kurdî çêdikim, ez strana kurdî dibêjim, ez mûzîk û edebiyata kurdî bêjim, lê eman eman meselê siyasetê nexin nav. Gelek mirovên wiha hene û yên bi nav û deng jî hene ez dikarim wan binav jî bikim. Di vê hewldana yekitiya neteweyî ya hunermendan de hin kesan ji me re digot hûn gelekî îdeolojîk difikirin.

Me digot; em dixwazin gelê me were ba hev, em dixwazim gelê me bibe yek, ku derê vê yekê îdeolojîk e. Ji ber ew ne li gorî berjewendiya wan e dixwaze bitenê be, bi tenê bifire, bi tenê xwe nîşan bide.

Heyran heke ev gel tune be tu jî tuneyî, ez jî tune me. Pirsgirêka me ya herî bingehîn polîtîk e, bê  bênasmetî ye, pirsgirêka me ya netewî ye, heke em van çareser nekin em nikarin tiştekî din çareser bikin. Bi wê helwestê em ne dibin hunermend û ne dikarin xizmeta gelê xwe bikim û heta em nikarin xizmeta xwe bi xwe bikin.

Mesela vî gelî bindestî ye, polîtîka, dagirkerî ye, mesela wî azadiyê. Ez hunermendê vî gelî me, ez leşkerê vî gelî me, ez nivîskarê vî gelî me, ez rojnamevanê vî gelî me, ez çi bim ez mecbûrim bi vî gelî re bifirim.

Huner bi serê xwe jî polîtîkayek mezin e. Niha wisa bûye ku ew kesên ji vî karî direvin jî bi xwe polîtîkayekê dikin. Ew jî polîtîkayek din dikin, dibêje ez ne bi kesekî re me lê di ti pirsgirêkên civakê de helwesta xwe nîşan nade. Yanî ew him dixwazin nasnameya hunermendiya civakê bigirin ji xwe re hem jî di tu derd û êşeke civakê de helwesteke xwe nîşan nede. Lê em baş dizanin ku kesên vê mijarê dikin nîqaşê ew bi xwe siyasetê dikin.

Xelîl Xemgîn kî ye?

Hunermend Xelîl Xemgîn di sala 1957’an de li gundê Çeqela Jêrîn yê navçeya Şiya ya Efrînê hatiye dinyayê. Ji bilî xebatên wî yên di nav Koma Berxwedan de, albûmên wî yên bi navên Bagok (1988), Ey Şehîd (1992), Name (1996), Zend (2004) û Ax (2008) hatine weşandin. Di sala 1985’an de ji welat derketiye û berê xwe daye Ewropayê. Ji sala 2008’an û vir ve tu albûmên nû dernexistine û çavê hezkiriyên dengê wî her li rê ye.

Hevpeyvîn: Rizoye Xerzî

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê