23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tiştekî nû nabêjin

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Di salên 60’î de jî ji ber ku peyvên wek “Kurd” û “Kurdistan” qedexe bûn, li şûna Kurd peyva “Dogulu” ango Rojhilatî û li şûna “Kurdistan” ê jî peyva Dogu ango Rojhilat bi kar dianîn. Serboriya hunera hevçax a Kurdan jî fena serboriya Koma Rojhilatiyan (Dogulular Grubu) ya di TÎP’ê (Partiya Karkerên Tirkîyeyê) de ye, ku ji xeynî çend kesên ji eslê xwe ne Kurd, piranî ji Kurdan dihat pê. Bi tevî ku Di TÎPê de yekîtîyeke siyasî û bîrdoziyê tune bû jî, partiyê di hilbijartinên sala 1965’an de 15 wekîl derêxistibû; M. Ali Aybar û Çetin Altan ji Stenbolê, 13 wekîl jî ji Mayîya Netewî –Milli Bakiye– hatibûn hilbijartin ku exlebê wan Kurd bûn û ji bajarên wek Qers, Meletî, Eyntab, Amed û Rihayê derketibûn. Ji lewre, giraniya Kurdan, piştî vê hilbijartinê zêdetir bûbû. TÎP ji pevgihaniya sê komên sereke; Sendikacilar (Sendîkavan), Emek Grubu (Koma Kedê yan jî Koma Aren û Boranê) û Dogulular Grubu (Koma Rojhilatiyan, ango Koma Kurdan) hatibû pê. Badilhewa nîn bû, lewre TÎP (Partiya Karkerên Tirkîyeyê), ji aliyê Sendîkavanan ve hatibû damezrandin û Sendîkavan jî, li ser vê esasê, dixwestin ku di rêveberiyê de bêhtir bibin xwedî gotin. Koma Rojhilatiyan, di Duyemîn Kongreya TÎPê de (di sala 1966’î de) ku li Meletiyê li dar ketibû, li gorî hin çavkaniyan ‘jixweber’ derketibû mexderê; lewre di Kongreya Duyemîn de yekem car qaqiboya bîrdoziyê jî rû dabû; Aybar, di 12’ê Gulana 1963’yan de li Eyntabê, di civîna Desteya Rêveberiya Gelemperî de li pêşberî gel peyivîbû; “Pirsgirekeke me ya din a mezin heye: Li bajarên me yên Rojhilat û Başurê Rojhilatê bi mîlyonan welatiyên me hene ku piranî bi Kurdî û Erebî dipeyivin, her wiha ji mezheba Elewîyan jî…”, ji devê serokekî giştî yekem car gotinên wehakî derketibûn û Kurd ji Aybarî hez dikirin, diltenik bûn, loma jî, li hemberî layengirên MDD’yê (Şoreşa Netewî Demokratîk) bêyî ku têkevin dudiliyê, rawestiyan.

Di Mêjûya Partiyên Siyasî de –mebest ji vê Tirkîye ye– şoreşa herî mezin, heye ku biryara Komîsyona Pêşnûmaya Gel bû ya ku pêşkêşî Kongreya Çaremîn (29-31 Cotmeh 1970, Enqere) a TÎPê kiribûn; li gorî vê biryarê “…li Rojhilatê Tirkîyeyê Kurd hebûn û ji destpêkê ve di bin zilma çînên serdest û desthilatdariyên faşîst de bûn”, kurt û Kurmancî TÎP, ji aliyê pêdiviyên têkoşîna şoreşa sosyalîst a çîna karkeran ve ranêzîkî “Pirsgirêka Kurdan” bûbû, piştî pevçinîneke dûredirêj, pirsgirêk pejirandibû û pê re pê re biryar ragihandibû tevahiya Tirkîyeyê û cîhana sosyalîst. Vê yekê, vê ked û kespê, vê têkoşînê(!) ji hêlekê ve –min bibexşînin– dişibînim serboriya hunera hevçax a Kurdan a navend Tirkîye, tenê cudahiyek heye, Kurdên îro, pariyekî din bûne Tirk, ne bes ji bo bi Kurdî napeyivin, nexêr, wek aqil jî, heçkû kêmtir in û di geremola hevpeyvînan de digevizin. Hingê pirsek tê ji kûrahiya ku aqil li wir kamil dibe; “Derdê we çi ye? Heke hûn ne Kurd bin, nexwe hûn çi ne?”

1960-2020, ne TÎP maye, ne jî Koma Rojhilatiyan (Dogulular Grubu), ne Aren û ne Boran, ne jî sendîkavanekî ku dest bavêje van kar û barên hunerî… Ma gelo hunera hevçax bi rêberiya sendîkavanan dimeşe? Helbet ev ne pêkan e, lêbelê bi vîzyonê, pêkan e, pêkan e ku sibêroj Komeleya Rexnegirên Hunerî Ya Kurdistanê jî ava bibe û hin tiştên din jî. Loma girîng in xeyal, heke bi per û bask bin.

Herçî nifşê me bû, bi min em hatin cûtin, TÎPê peyva Kurd pejirandibû, yên îro, bi tevî ku di ser çalakiyên çand û hunerê pêwendiyên xwe bi cografyaya Kurdan re û bi hunermendên wan re geştir kiribin jî, antîpatiya wan a li hemberî vê peyvê di nav salan re zêdetir û bêperwatir bûye, heya roja îro jî min tu hunermendeke/î hevçax ya/yê Tirk (di heman demê de kurator û galerîst û rexnegirê hunerê) nedît ku bibêje; “Hûn mafdar in…”, evqas, ne tiştekî din! Hûn Kurd bin jî, hûn dijber bin jî, hunera we jixweber dibe hunera wan, çi ku we pêdivî bi pergalekê heye û ew jî, çawan bibêjim, mixabin di destê wan de ye. Lêbelê ez yên ku tewqa xwe ji welatê wan –her wiha ji mêjûya wan ya hunerî– birrîne û çûne welatên dereke, fam nakim, tênagihim wekî çawan piştî ewqas zilm û zordariyê, dîsan bi Tirkîyeke şikestî hewl didin ku hunera xwe –ku ew her çi be– kat bikin, ji kî re? Helbet ji mêjûya wan ya hunerî re!

Di sala 1997’an de gava enstelasyona me ya hevpar di rûpela Çand û Hunerê ya Rojnameya Demokrasiyê de wek nûçeya sereke hatibû weşandin, per tune bû ku em pê bifirin, lêbelê ev dom nekir, hingê Çapemeniya Kurdan guh nedida hunera hevçax, wan jî fena çepgirên Tirk, hunera hevçax weke anomaliyekê (yan jî wek fen û fûtên kapîtalîzmê) didîtin, ya rast, derheqê vê meselê de fikrekî wan tune bû.

Eynî wek gilîgotinên Cengiz Gundogduyî ku derheqê nivîskariya Orhan Pamukî de digot, hingê em di heman çalakiyê de (Çalakiyên Payîzê Yên Zanîngeha Azad, 2013, ku ez mêvanê Fikret Başkayayî bûm) hatibûn ba hev û mafê axaftinê yê êwil dabûn wî û li gorî Gundogduyî, jixwe Pamuk ne nivîskar bû jî! Pirsgirêka Rojhilatiyê careke din hatibû ber min; TÎP çibû, belam TÎPÎTÎP hatibûn û ketibûn şûnê; pêşengeha li Proje4L’yê (Stenbol, 2003) jî di çapemeniyê de li ser têgeha “Dogulular” (Yên Rojhilatî) hatibû avakirin; “Dogulu 37 gencecik sanatçımızın…”, (Meral Tamer, Milliyet), “Dogu ve Guneydogulu otuz yedi genç sanatçı…” (Akşam), “Turkiye’nin çeşitli bölgelerinden yenilikçi ve muhalif” (Muge Mengu, Light Forum)… “Sanatta Kurt ve gay olmak moda…” (Xwediya van gotinan jî hûn peyda bikin).

Nexêr, na, tiştekî nû nabêjin, dê nebêjin jî!

“Heya van salên nêzîk dîroka hunerê, xasma jî dîroka edebiyatê ne zanistek lêbelê hevpeyvînek bû.”

Bîngo!

Roman Jakobson van gotinan di nivîsa xwe ya bi navê Di Hunerê De Li Ser Rasteqîneyê de dibêje ku ji aliyê Mehmet Rifat-Sema Rifat ve hatiye wergerandin û wek ‘Heşt Nivîs’ên Roman Jakobsonî jî di sala 1990’î de çap bûye. Çûnkî dibêje di dewama nivîsê de Jakobson, “Li hemû zagonên hevpeyvînê dihat…”

‘Zagonên hevpeyvînê’, binê vê gotinê jî xêz dikim, camêr pê re pê re çibûna hevpeyvînê jî penase dike; “Hevpeyvîn wek singê nav kayê ye, li ser avdestekê nasekine, bi dû gotinên bicoşûperoş re yên ku bi zerafeteke dirûvî dest pê dikirin, çîrokên piçûk yên ji jiyana hunermend hatine wergirtin, dihatin.” Termên vebirî (mutleq) yên hevpeyvînê nîn in, berevajî, curbicuriya terman, peyvên bêwate yên ku rê li ber deq û dolabên gotinî vedikin, çawaniyên ku balrakêşiyekê didin axaftinê… Li vir divê binê ‘peyvên bêwate’ jî xêz bikim, lewre di gelek hevpeyvînan de tişta ku rastî wê têm ev e; çawan dikarin gilîgotinên evqas ‘bêwate’ û bi ser de jî pelepûç bînin ba hev!?

Tirkbûna we li we pîroz be!

Spas, lê ez ê venexwim!