spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA û DBP dê mîtingê li dar bixe

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) wê di 16’ê cotmehê de bi dirûşma “Ji nîjadperestî û  zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye” mitîngê li dar bixin. Nûnerên saziyan li pêş avahiya BDP’ê ya navçeya Rezanê daxuyanî dan. Jinan pankarta “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye” vekir. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel xwenî da. Semra Guzel destnîşan kir ku ew ê li dijî çanda bindestiyê çanda azadiyê ava bikin. Jin her tim li dijî rejîm, faşîzm û zîhniyetên qirker re li ber xwe daye û bûne pêşengên berxwedanê. Ji ber vê yekê desthilatdariya serdest a mêr hertim ket metirsiya windakirinê. Bi rêxistin û têkoşîna me ya jinan herku diçe xwe berfirehtir dike û digihîje awayekî gerdûnî. Faşîzm xwe li ser şikandina vîn û parçekirina nasnameyê li ser piyan dihêle. Ji ber vê yekê herî zêde êrîşî jinan dikin. Em serî li hemberî vê pergalê natewînin. Em ji polîtîkayên qirkirin, nijadperestî, zayendperestiyê re dibêjin êdî bes e. Em dibêjin êdî dema azadiya jinê ye.”
Jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” dawî li daxuyaniyê anî.