20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA’yê li zozanan çalakî li dar xist

Jinan di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li zozanên Mêrgên Sotî yên navçeya Elkê çalakî li dar xistin. Endam, rêveber û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê, Hevşaredarên navçeya Silopîya û bajaroka Gundikê Melê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Jinan li qadê stran gotin û govend gerandin. Di çalakiyê de pankartên “Dayîk pêşenga jiyanê ye, ji dayîkan re xelata herî mezin aştiyê” û “Têkoşîna jinê wê faşîzmê têk bibe, azadiyê bilind bike” vekirin.

Aktîvîsta TJA’yê Meryem Eşkara bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Em jin, heta Ocalan azad bibe em ê têbikoşin.”

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî diyar kir ku heta jin azad neb in civak azad nabe û wiha got: “Dayikên kurd li gel hemû êrîşan jî li ber xwe dan û em anîn van rojan. Êdî jinên kurd bûne hêz.

Îmîr, der barê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê jî wiha got: “Piştî ku tecrîda Îmraliyê dest pê kir û hevdîtin qût bûn, desthilatê zextên xwe zêdekirin. Em ji bo azadiya civakê, divê xwedî li vê berxwedana ku bedel dide derkevin.”

Jinan çalakiya xwe bi dirûşmeyên “Bijî berxwedanan zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî kirin.