25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJN’ê berê xwe da Ewropayê

Koma şanoyê Teatra Jiyana Nû dê bi lîstikên ‘Bêrû’ û ‘Tenê Ez’ ve derkeve turneya Ewropayê. Turneya ku 9’ê sibatê dest pê dike dê 20’ê sibatê bi dawî bibe û li gelek welatên Ewropayê were lîstin

Teatra Jiyana Nû (TJN) bi salan e di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de bi kurdî şanoyê dike û heta niha bi dehan lîstik lîstine. Koma şanoyê di şert û mercên herî zehmet de xebatên xwe didomîne û niha jî ji bo turneyê berê xwe dide welatên Ewropayê.

Endamê komê û şanoger Omer Şahîn têkildarî turneyê ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku li ser vexwendina ‘Theater An der Ruhr’ ya Almanyayê û komên şanoyê yên Swîsreyê diçin turneyê. Şahîn got ku dê hem lîstikên xwe bilîzin û hem jî bi van komên şanoyê re der barê projeyên ku tevî van koman lîstikên şanoyê bilîzin nîqaşan bikin. Dê bi koma şanoyê Kulturmarkt re piştî turneyê werin Stenbolê û bi hev re proje bên pêşxistin.

Lîstikên ‘Bêrû’ û ‘Tenê Ez’ dê li bajarên Berlîn û Mulheîm ên Almanyayê û bajarên Zurîh, Bern û Gerlafinken ên Swîsreyê bên lîstin.

Zehmetiyan dikişînin

Şanoger Şahîn destnîşan kir ku heta niha gelek caran xwestine lîstikên xwe bigihînin temaşevanên Ewropayê lê her carê bi hincetên cuda daxwazên wan hatine redkirin. Şahîn got dema dixwazin derkevin pêşberî temaşevanên derveyî welat gelek zehmetiyan dikişînin.

‘Em biçin ew ê jî werin’

Omer Şahîn hezkiriyên şanoyê û zimanê kurdî vexwend lîstikan û wiha got: “Mixabin li Ewropayê şanoya kurdî pir kêm e û hewcedariya temaşevanan bi lîstikên kurdî heye. Girseyeke cidî ya şanoyê heye û ger em biçin dê temaşevan jî werin lîstikan temaşe bikin.”

Şahîn bibîrxist ku niha di demên pir aloz û zehmet de derbas dibin û ligel vê yekê di van salên dawîn de bi            lîstikên xwe derketin ser dikê û temaşevanan    hem li metropolên Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê eleqeyeke baş nîşan daye. AMED

Bernameya  turneyê

Lîstika bi navê ‘Tenê Ez’ ji filma Charlîe Chaplîn hatiye wergirtin û dê 9’ê sibatê li Mulheimê û 11-12’ê sibatê li Berlînê, 13’ê sibatê li Zurîhê derkeve pêşberî temaşevanan. Teksta nivîsê ji aliyê Cîhat Ekîncî ve hatiye nivîsandin û her wiha Rûgeş Kirici, Cîhad Ekîncî û Omer Şahîn derhênerên lîstikê ne. Lîstikvan ev kes in; Mehmet Musaoglu, Baran Yilmaz, Omer Şahîn, Rûgeş Kirici, Cîhad Ekîncî. Di beşa teknîkê de jî Xebat Bayram û Rewşan Apaydin cih digirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê