spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TMMOB: Wezîrê Dadê sûc dike

Endam û rêveberên TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan ên li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin kir. Malbatên girtiyan, ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayê berdan serbest bêne berdan, li Baroya Amedê di 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin. Nobeda Edaletê 23 roj li pey xwe hişt. Her rojê saziyek rêxistinên civakî malbatan ziyaret dikin û piştgiriyê dide malbatan. Îro jî Endam û rêveberên TMMOB’ê  ya Amedê serdana malbatan kir. Sekreterê Koordînasyonê Dogan Hatûn anî ziman ku polîtîkaya li girtîgehan zilmê e û wiha got: “Di dinyayê de tiştek wiha nîne. Li tevahiya dinyayê sûc çi dibe bila bibe, mafê mirovan esas têgirtin. Em bang li Wezîrê Dadê dikin. Tu sûc dikî. Di şexsê Wezareta Dadê de tu sûc dikî. Girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin. Ev sûcek qanûna bingehîn e. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê vê yekê wek sûc dibîne. Girtina girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan sûc e.

Hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler Hasîne Guler jî anî ziman ku hevjînê wê hişê xwe winda kiriye û tiştek nayê bîra wî.

Rabî Ataş a dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş a ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin jî anî ziman ku neberdana girtiyan li dijî aqilan e û got: “Muameleyên kêfî dikin. Tedawiya keça min nayê kirin. Li wir nayê dermankirin.”