20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tomara dengê Zarîf Îranê tengav kir

Serokê Îranê Hesen Ruhanî bang li ixtixbarata welatê xwe kir da ku kesên axaftina Wezîrê Karên Derve yê Îranê tomar kiriye û belavkiriye werine destnîşankirin û girtin.

Wekî tê zanîn hineka axaftina Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf tomar kiriye û paşê jî belav kiriye ku tê de axaftinek dirêj a derdora 3 seatan kiriye û gelek tişt der barê siyaseta Îranê û rola Qasim Silêmanî û gelek tiştên din kiriye ku Îranê wan wekî sirên dewletê diparêze.

Piştî ku ew tomara dengê Zarîfî ji alî çapemeniya hin dezgehên dinyayê yên biyanî ve hate weşandin hikûmeta Îranê kete nava tevgerê û serokdewletê Îranê bang li istixbarata xwe kir ku kesên berpirsiyarê belavkirina vê tomarê werin girtin.

Her wiha ji gazincên Zarîfî ên ku di wê tomara deng de tê xuyakirin ku siyaseta Îranê di bin zext û pêkotiya leşkeran de tê birêvebirin. Her wiha tê de behsa rola Silêmanî ya di siyaseta derve ya Îranê de hatiye kirin. Zarîfî di wê tomara deng de gazincan ji hikûmeta xwe dike û dibêje ku tu rol û misyona wî di karên derve de tune ye û her tişt bi destê leşkeran ve hatiye berdan.