19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Toperana li ser gundewarên Hesekê didome

Li gorî çavkaniyên Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê piştî rawestana 48 seatan doh ji nû ve artêşa tirk bi topan êrîşî gundewarên Hisîça (Hesekê) kir.  Artêşa tirk gundên Esediye û Xedrawî topebran kir û di heman demê de balafirên wê yên bêmirov li ezmanê herêmê digeriyan. Di 22’yê vê mehê de di encama topebaran artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê de li Zerganê 8 sivîl hatibûn kuştin.

Her wiha di van rojên dawî de êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê ên li ser gundewarên Hesekê û Tiltemirê berdewam dikin û Hêzên Sûriya Demokratîk jî bersiva wan êrîşan dide. Bi taybetî li eniya Um El Kêf a girêdayî Tiltemirê pevçûnên dijwar qewimîn û Hêzên HSD’ê êrîşên wan şikandin û nehiştin ku derbasî vî gundî bibin.