Tuesday, October 26, 2021

Tor û suryan û şeraba suryanan

Zîzê

Mêrdîn bajarê qedîm şarê şaristaniyê, bi mîmarî û dîroka xwe, bi çanda xwe ya dewlemend, bi civandin û hebandina bawerî û zimanê cuda navdar û xwedî nirx e. Bajar li ser çiyayî ji jor ber bi jêr ve belav bûye. Bi cih bûye. Biniya wê berriya Mêrdînê ya berfireh, li hêlekê xan û xaniyên ji kevirê spî, qesr û qonaxên neqişandî, dêr û mizgeftên li heman taxê, kolanên teng û otantîk…

Dema mirov ji biniya bajêr li ser xwe dinêre, mîna nîgarekî ji destê wênesazekî/e herî serkeftî derketibe, bedew û çavhebîn, ew qas jî mexrûr û serbilind xwe nîşan dide, lê dema te ji biniya xwe re lê nêrî hingê deştek bi kirasê demsalê ji te re dibişire…
Ji navçeyên Mêrdînê Midyad jî bajarek emsalê Mêrdînê ye, bi avahiyên dîrokî, kolan, qesr û qonaxan ve, her wiha ziman û civaka nav xwe de dihewîne, ji navçeyên din cuda ye.
Bi bax û bostanên xwe, bi zîvkerî û kevirên xwe, bi civaka xwe ya rengîn Midyad navenda Torê ye.

Di nav vê civaka rengîn de xelkê suryan yê qedîm ku pênc hezar sal in xwedîtî li wê axê kiriye, gelek ferman dîtiye. Gelek êş kişandine…Lê dîsa jî bi berhemên xwe bi sineta xwe mohra xwe li herêmê xistine.
Kurmanc, êzidî, suryan, ereb (mihelmî ) bi salan e bi hev re jiyane û dijîn. Cîrantî û hevaltî kirine, tesîr ji çanda hev girtine, zimanê hev hîn bûne.
Her çi qas hejmara êzidî û suryanan kêm mabe jî (bi piranî koçî Ewropayê kirine) li pey xwe şopeke biesas hiştine.

Hejmara suryaniyên li vir mane, ji ya êzidiyan bêhtir e, loma şopa wan winda nebûye. Sineta ji destên hostayê suryan derketî kêm be jî hê berdewam dike.
Bi rastî jî gelê suryan xwedî nirx e û di her warî de jêhatî ye.
Her karê ku dest avêtinê bi hostayî bi zanebûn kirine. Kevir di destê xwe de veguhertine nîgarekî neqişandî. Têlên zîv ta bi ta hûnandine, bi navê têlkarî carina bûye kulîlk, an pel, yan jî teyrê tawûs…

Heger di pêşketina miletan de huner esasek be suryanan ev esas pir serkeftî pêk anîne.
Hinek civakên ne dengnekirî, di huner û berhemên xwe de hebûna xwe nîşan didin, dengê xwe bilind dikin! Civaka suryanan jî yek ji van civakan e.
De ka em werin ser meziyeteke din ya vî gelî.
Hûn jî dizanin di çanda kurdan de her tiştê malê bi qîmet e, ma ne bêminet e!
Êê madem ji destê me tê, em çima şeraba xwe jî ji malê çênekin?
Şeraba malê!
Bawer im, we jî navdariya vê şerabê bihîstiye ne ‘şeraba Midyadê ‘ ‘şeraba suryanan’?
Teqez, bûye behs, ber guhê we
ketiye!

Heger rêya we bi Midyadê ketibe, yan pê bikeve, hûn ê bibînin, wextê ji sûkê ber bi taxa filehan ve (bi gotina xelkê wir) biçin di rêza dikanê zêrker û zîvkeran de, hûn ê lê rast werin, di vîtrîna dikanan de, şerab jî mîna zêr û zîvan, bi awayekî dekoratîf bi xeml û rewşeke estetîk dê pêşwaziyê ji we re bike.
Bi navê weke Dara, Turabdîn, Ninve Manastir, Verdo û hwd. edilîne. Bi qasî van navên otantîk ku ji derdorê girtine, tehm û çêkirin jî xwemalî ye.
Pêşî her çiqas ji bo xwe û nasan, dost û hevalan hatibe çêkirin jî di demên dawî de bazareke berbiçav a şerabê derketiye holê. Li ser malperên civakî belav dibe, bi rêya kargoyê dişînin hemû deveran.
Şeraba ji rezê Midyadê û gundê derdorê, tiriyê bi tavê digihe û şîrîn dibe. Tehma şîraniya xwe ji tavê, xweşiya xwe ji axê digire.
Bi piranî ji du cûreyên tiriyê şerab tê çêkirin. Tirîyê mezrone û tiriyê kerkûş. Cûrêyê mezrone ji bo dims, bastêq û beniyê gûzan tê bijartin. Dikin dims û benî. Ji ber têrav e û zêde ne şêrîn e, xwarina wî hênik e.
Her wiha tiriyê kerkûş jî cûreyekî ji bo mewijan e, çermê wê hinek qalind e û zêde av tê de nîne, tehmeke dijwar dide loma ji bo şerabê tirîyê herî baş e.
Mezrone û kerkûş ev her du celeb carna bihev re, yan jî ji hev cihê tên meyandin. Bi tiriyê reş şeraba sor, bi yê spî jî ya spî derdikeve holê. Bi awayekî xwerû, sade, bê lêzêdekirin dimeyê.

Pêşî di mêwê de heta payîzê bi tîrêjên tavê baş digihe, piştî qurafê tiriyên raxistî jî divê çend rojan bi tavê re dîdariyê bikin, ji bo meya xwe bi tavê re bigire. Heger ranexin û seranser biesirînin hingî bi avîtî çend roja divê tavê bibîne.
Heta baş zelilî û hate parzinandin, digihe qonaxa xwe ya dawî. Êdî di hundir de li hêviya baş meyandinê tê sekinandin.
Li gor cureyê tirî û şêweya çêkirinê şeraba kevnesalî û yên din ji hev cihê dibin. Du sê heyv bendemayîn têrê dike ku bibe malê vexwarinê. Yan jî di civata dost û hevalan de, carina li ser qesr û qonaxê herêmê, li ber tava heyvê di bin stêrkan de… An jî bi bayê payîzê re dibe mestî û kêfxweşî.

Ev mestî û kêfxweşiya jê tê girtin digihije demên dûr û dirêj. Dîroka şerabê bi qasî ya mirovahiyê kevn e. Tê gotin ku di sala 2012 de ji hêla pisporê vî karî ve, şerabxaneya herî kevnar li şikefta bi navê Arenî li Ermenistanê hatiye dîtin û bi texmînî 6 hezar sal berê bi cih bûye.
Li ser warê wê yê pêşî, ji ku derketiye, kê pêşî keşif kiriye gelek nîqaş hene. Lê tişta em dizanin mirovahiyê ji berê de qedr û qîmeteke mezin daye vê vexwarinê. Ji hêla hin miletan ve weke teberik hatiye ditîn.
Li gor baweriya xiristiyanan hezretî Îsa di xwarina xwe ya dawî de nan û şerab daye hawariyên xwe û gotiye: ‘Nan bedena min e, şerab jî xwîna min e’ Loma di ayinê de rîtûelek nan û şerabê heye.
Her wiha di mîtolojiyê de, di wêjeyê de, li ser figûr û resmên kevnar sifre û şerbik, piyaleyên şerabê tên neqişandin.
Helbestvan ji meyger hey şarabê dixwaze, li baxê cinetê ji çem û robaran diherike (Dibe ku sembolîk be yan jî rastî be, lê bi nav şerab e)
Geh dibe lêva yarê, geh dişibe xwîna sor, geh dibe mestî û serxweşî ji destê meyger, an jî aşiq bi mey û xeyala yara bêwefa bêhiş dibe…
Mîna Xeyam jî dibêje û dibilîne;
“Vexwarina şerabê û şabûnî ayîna
min e
Destkişandina ji kufr û dîn dînê min e
Min ji bûka dinê re got-qelenê te çi ye
Go: Dilê te yê şa qelenê min e”
Dema gotin tê ser Mêrdînê û Midyadê deng û reng peyv û bêje pir dibin. Yek li ya din zêde dibe. Ji kîjan teybetmendiyê dest pê bike, ya din kêm dimîne. Vê carê gotinê xwe li meyê girt dibe ku careke din berê xwe bide qonaxek din!
Li Mezopotamya ku şaristanî jê niziliye xelkekî hêja; bi hebûna xwe bi nirxê xwe bi qasî vê axa qedîm, şax vedaye û mohra xwe li cihê lê çêbûne û niha lê ne xistiye.
Loma jî hêjayî behskirinê û pesindayinê ye, peyv ji ber xwe ve dibe pesin…
Gotineke kurdan heye, dibêjin “Xebatkarê xwe yo, şîrînê ber dilê xelkê yo”
Her kes dibe şahidê kar û xebatên xelkê suryan, bi heyranî lê sêr dikin.