Rojnameya Heftane

Tora Ziman û Çanda Kurdî

Hefteya çûyî (11-12ê kanûna paşîn) li Amedê komcivîneka bi beşdarîya 270 kesî pêk hat. Di vê komcivînê da li ser 12 maseyan, beşên cuda yên civakê rewşa ziman û çanda kurdî nirxand û di vî warî de hinek kêşe û arîşe destnîşan kirin, li hemberî wê jî hinek kar û barên pêwîst rêz kirin. Di komcivînê da 27 wekî desteya rêveber hatin neqandin, ew ê li ser van tesbît û pêşnîyaran bixebitin û nexşerêya torê derxin, li gorî wê nexşerêyê dest bi xebatên xwe bikin.

Di vê nivîsa xwe da min divê hinek tesbîtên di komcivînê da pêşkêşî we bikim. Ez ê niha qala pêşnîyarên çareserîyê nekim, bila ew jî bimîne bo nivîseke din.

1- Ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha bi polîtîkayên yekperest dixwazin ziman û çanda kurdan tune bikin. Kurdan her çiqas heta demekê li hemberî polîtîkayên bişaftinê li ber xwe dabe jî asta ku îro em gihaştinê ne, nîşan dide ku zimanê kurdî ber bi tunebûnê ve diçe.

2- Rêjeya kurdî di malbat û siyasetê de kêm dibe.

3- Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên salan, zimanê kurdî di bin xetereyê de ye, nîşana herî mezin jî ev e ku transfera zimanî di nav nifşan de qut bûye û zarokên kurd bi piranî bi ziman û çanda kurdî najîn.

4- Yekemîn sedema jidestçûna zimanî pergala perwerdehîya yekzimanî ye. Ji ber ku çûna zarokan a pêşdibistan û dibistanan ji temenekî biçûk dest pê dike, zarok ji ziman û çanda kurdî dûr dikevin.

5- Problema herî mezin ew e ku çanda pirtûkxwendinê tune ye. Entelektuelîya kurdî gelek qels e. Siyasetmedar qet pirtûkên bi kurdî naxwînin, bi kurdî naaxivin, qîmetê nadin kurdî.

6- Hin malbat bi xwe li ser ziman û çandê nasekinin; zarokên xwe bi çand û zimanê kurdî perwerde nakin.

7- Yek ji pirsgirêkên mezin, pirgirêka hişmendîyê ye. Di nav gelî da hişmendîya zimanî pir qels e. Xelk bi vê meseleyê pir danakeve û li ser wê xwedî zanîn û agahîyan nîn e.

8- Di warê perwerdekirina zarokan da îmkan û materyal kêm in. Televîzyonek têra zarokan nake, gerek xêzefîlmên balkêş û baş hebin. Zimanê Zarok Tv gerek nêzî zimanê gelî be.

Ev çend xal me ji nav tesbîtan neqandin, encama ku ji van tesbîtan derdikeve ew e ku gelek kes bi xetereya li ser çand û zimanê xwe hesiyane. Di vî warî da jî helwesta herî xerab, helwesta wan malbatan e, ew ên ku bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin. Ev yek dike ku ziman û çand ji nifşên berê derbasî nifşên nû nebe anku temenê zimanî bi vî awayî her ku diçe kurttir dibe û pê ra ziman û çanda kurdî her roj qels û lawaz dibe.

Civaka kurd heta roja îro bi rê û rêbazên klasîk karî ziman û çanda xwe bigihîne îro, lê bi taybetî piştî ku li gundan jiyan li mirovan teng bû, çi bi darê zorê, çi jî ji ber sedemên aborî gund vala bûn, gelek kes koçberî bajaran bûn, êdî derfeta parastin û geşkirina zimanê kurdî bi rê û rêbazên klasîk ji holê rabû. Îro êdî televîzyon ketiye her malê û li hemû gundan dibistan vebûne, ne tenê dibistan, pêşdibistan jî hema bêje bûne mecbûrî, vê yekê jî hiştiye ku ziman û çanda tirkî bikeve her malê û êdî di nav malê da jî cih li ziman û çanda kurdî teng bibe.

Belê xetere mezin e, rewş cidî ye, lewra divê helwesta me jî li gorî vê rewşê be û em di vî warî da xwedanê plansazî û bernameyeke taybet bin, xebateke zêde bikin.

Em hêvî dikin ku avabûna vê torê ji bo helwesteke zelal û xebatên xurt ên ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî bibe destpêkeke nû.