20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tovên firengên bejî

Derya Ozdemîr

Balîf, nivîn û lihêfên bi cawên saten, qedîfe, carso û bi neqş û kulîlkên hûregir û rengorengoyî lê rengên çilmisî û cawên maşiyayî li ser rê û li nav zeviyan belav bûne. Kincên di nav boxçe û tûrên şekiran de, şewqeyên nav û reklamên fîrmayan li ser, xavik û destmalên wan weke hebên şekiran belav bûne û li ber bayê ba dibin. Teştên lokî yên kincan, misîn, çaydank û firaxên hêsin li wan erdan belav bûne, kulbikê avbacanan û penîr qulibîne. Nanê zuha şikestiye; şekir, çay, birinc û savar tevlîhev bûne û rijiyane. Her liba kartol û pîvazan çûne derekê. Her laşekî zarok, jin û zilaman jî li ser rê, li nav zeviyan û hinek jî di seyarê de mane. Nalîn û giriyên zarok û mezinan tevlîhev bûne, hawara saxan e. Dayik û bav  tevî birînên xwe, xwe bi erdê re dixuşînin da ku bigihîjin zarokên xwe, ka sax in an jî mirî. Seyareya lê siwar bûyîn qulibiye, konê wan û hesinê konên ser seyarê hatî girêdan jî filitiye û ketiye ber rê; pêşiya seyarê pelixiye û dû jê radibe. Dengê qorneyên seyareyan, dengê ajokaran, nirçenirçên kesên li wan nasekinin û di ber wan re diborin bêyî ku alîkarîya wan bikin, derbas dibin lê hinekên dilbirehm li wan disekinin, dest davêjin telefonan gazî ambulansan dikin da ku bilez werin; qeza qewimiye.

Ji ber buhabûna heqê seyare û ajokaran ji hemdê seyareyan zêdetir lê siwar dibin û tiştan lê bar dikin. Pir caran bi rêyên hê temam nebûyîn û di rêyên asê re wan dibin. Ezabê cihê diçinê jî ne kêmî ezabê di rêyan de dijîn. Di wan konan de hemû malbat tevî zarok û pitikên xwe; hin caran di sir û seqeman de dicemidin hin caran di hewayên zêde germ de dişewitin û hin caran li ber lehiyan dikevin. Di van şertan de piranî bê ceyran, bê sarinc, bêyî ava hênik dimînin. Pir caran tiwalet û cihê serşûştinê nîn e û mecbûr in avê jî ew bînin.

Pereyên ku distinîn kêm e lê bi xwînmijiya elçî û çawîşan ve jî kêmtir dibe, ew jî ji her kesekî herî kêm 6-8 TL’an ji yewmiya wan dibirin. Ji bo debara xwe ya zivistanê bikin tevî zarokên xwe yên şeş-heft salî jî dixebitin lê piranî yewmiya wan nayê hesibandin. Li gorî kaxizên cem mixtaran dema xebatê 12 saet in lê xwediyê erdan, elçî û çawîş wan 14-15 saetan dixebitînin. Kesên şert û mercên wir û dema xebatê qebûl nekin jî, ji wan re dibêjin ku nayê hesabê we konê xwe rakin û herin.

Trajediyên karkerên çandiniyê tenê ne şert û mercên fizîkî ne. Jin û zarokên wan ji aliyê niştecihên wê derê rastî destdirêjiyê û tacîzî jî tên. Hin caran hinek xwe şaş dikin û keçên xwe bi wan re dizewicînin lê an piştî salekê an jî beriya sal temam bibe an heml an jî bi pitikên wan re wan keçikan li ser rêya mala bavê wan kar dikin û berdidin. Zilamên wan dema ji bo pêdiviyên malê temam bikin biçin sûkê an jî dema dixebitin, ji bo ku kurdî xeber dane an jî stranên kurdî guhdar kirine rastî êrîşên faşîstan tên bi awayekî hovane carinan tên kêrkirin carinan heta mirinê lêdanê dixwin. 

Qeza qewimiye. Êvarê di nûçeyan de bi çend kêliyan û çend hevokan behsa wan tê kirin. Karkerên çandiniyê yên ji bajarê  ‘……….’ ji bo karê (kartol, şekir, fireng, pirteqal, mijmij, hêjîr, bindeq, bostan û hwd.) hatinî li bajarê   ‘……….’ qeza kirin. ..7, 8, 10, ..15..20…mirî, 7, 8, 10, ..15..20, 25 birîndar. Ew valahiya jor a yekemîn teqez bajarekî Kurdistanê ye û valahiya duyemîn jî bajarekî aliyê tirkan e. Û ew tenê hejmar in ji bo nûçeyên tirkan, ne behsa şert û mercên wan tê kirin ne jî behsa wê faşîzma xwerû.

Di pirtûka “Li Ser Sifreya Rojê De” birêz Elî Haydar Kaytan behsa biranîneke xwe ya bi birêz Abdullah Ocalan re dike. Abdullah Ocalan dipirse û dibêje: “Rojekê şoreş pêk were û tu bibî xwedî zarok, tu yê çend zarokan çêkî?” Elî Haydar Kaytan dibersivîne û dibêje: “Yazdeh.” Birêz Ocalan heyîrî dimîne û dibêje: “Çima?” Ew jî dibêje: “Em kurd wekî tovên firengên bejî ne. Firengên bejî hundirê wan tijî tov e, hin tovên wan ji ber bêaviyê hişk dibin, hinek li ber bayê diçin, hinek jî kurm û kêzik wan dixwin, dawiya dawî du sê heb dimînin da ku xwe bigihînin sala bê.”

Em kurd jî weke tovên firengê bejî ne, bi rastî jî. Trajediyên me jî bi qasî nifûsa me ne. Behsa 40-45 mîlyon nifûsa kurdan tê kirin lê kurd li her derî her roj û kêliyan tê kuştin. Mêtingeriya li ser axa Kurdistanê her roj dibe sedemên trajediyên nû. Kurd her roj li ser axa xwe ji aliyê dagirkeran ve tên bombekirin, li ser axa xwe ya bi sînorên çêkirî û mayînkirî di bin navê kolberî û qaçaxiyê de tên kuştin. Diçin seyranê tên kuştin; di nav zeviyên xwe yên çandiniyê de tên kuştin; li ber mala xwe di bin siyên darên xwe de li hewşê tên kuştin; diçin ber pezê xwe li zozanên xwe tên kuştin; bi erebeyan rê diçin, tên kuştin. Li hember dewlemendiya xweza û erdnîgariya xwe, ji ber xizaniyê di karên dagirkeran de, di înşaatan de, weke karkerên çandiniyê di qezayan de, di êrîşên faşîstî de tên kuştin û carinan jî li hemberî ewqas hezkirinên axa xwe li sirgûniyê li dîasporayê carinan bi qirîzeke dil carinan bi guleyekê tên kuştin. Û yên li dû kuştinan dimînin… Xwedê ewqas êş bida kevir û çiyayan niha nediman lê em kurd tovên firengên bejî ne bi du sê heban be jî em ê bimînin sala bê.