19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Trajediya Gullivero

Omer Keskîn

Çend hefte berê Muharrem Ince li ser perwerdeya zimanê dayîkê û giranî li ser kurdî got “Ev ziman (kurdî) ji bo perwerdê ji hêla pedagojîkê de ne munasîbe.” Kurdî ji bo perderweyê ne munasîb be gelo bi îşkence û darê zorê zimanê ku bi me hat hîn kirin ji bo pedagojîkê mûnasibe? Ev çîroka mina hînbûna zimanê tirkî ku min li jêr qal kiriye jî li gor Muharrem Ince û ê wek wî difikirin jî perwerda zimanê tirkî ji bo xwendakarê kurd gelo ji bo pedagojiyê munasîbe? Perwerdeya zimanê tirkî ji bo me kurdan ne ji bo pedagojîyê ne exlakî ne jî aliyê psîkolojîkê munasîbe. Desthildar û mamostê wan hên jî çi travma û bûyerên travmatîk li paş xwe hiştine û didin jiyandin hay jê tinene. Ev jî bûyerek ji trajediya mine.

Hîna di demê mekteba seretayî de meseleyek trajedîk ku li serê min qewimî ez ê bi kurtasî qal bikim. Li gundê me û li hin deverên Kurdistanê me pêşiya dibistanê herfek bi tirkî nizanîbû, hûn jî vê rewşê baş zanin. Wextê ez diçûm pola çara hêdî hêdî ez û hevalên xwe em dielimîn zimanê tirkî lê ev elimandin ne fêmkirin bû tenê hînbûna nivisandinê û hin hevokên tirkî bû.

Mamostê me tirk bû. Tu dibê qey me dê û bavê wî kuştibû ewqas ji me aciz bû. Ew çikasa ji me aciz bû em jî sed qatî wê jê aciz bûn. Her rojê înê ji ber ku mektep betal bibûna pirtûkek dida me û digot ‘’Heta heftayek din hûnê pirtûka ku we hilbijartiye bixwînin û we çi ji pirtûkê fêm kiribe bi kurtasî li ber textê qal bikin. Tirkiya min tenê gihiştîbû “Ortmenim tewaletim geldi (Mamoste tiwaleta min tê) û ewqas. Rojê ducarî min ev hevok ji wî re digot û tu karê min ne bi wî û ne jî bi zimanê wî dima. Îja ev derdê nû çibû li serê me vekiribû. Wextê roja înê me digot bila zû seet derbas be û mektep xilas be. Em ê du roj tevê dîn û îmana xwe ji mektebê xilas bibin. Li mamoste di betaliyê de jî dest ji me nediqeriya. Hin hevalê me kiribû sîxur, yê ku kitêba nexwînin û bi kurdî bipeyvin sîxur navê me roja duşemê dida wî.

Roja înê çentê me li pişta me, em li benda ku mamoste bêje “iyi tatiller” bûn. Ew îşareta “iyi tatiller” ji bo me pêşbaziya bazdanê bû. Li vê carê me zêde dabû sekinandin. Hin pirtûka danî ser maseya xwe û got “Her yek hebek bigre û heta hefteyek din bixwîne. Ezê we rakim textê têxim ezmûnê. Heger hûn nizanibin. Ezê çi bînim serê we hûnê bibînin.” Bi tehdît û gefên xwe me hîs kir mesele cidiye. Her yek ji me diçû ser maseya wî û bi çavek nîvco li kitêba dinêrî yekê digirt û dest bi bazdana tatîlê dikir. Ez çûm ser masê min nêrî pir kitêb nema bûn. Lê yek kitêb hebû çevê min yekser çû serê. Mêrekî qerase li erdê girêdayî û li serê hin mirovin kiçik hene. Belê ew pirtûka “Ger û Geştên Gullivero” bû. Min ew hilbijart û wek moşekekê ji derî derketim.  Min êvarê çev li kitêbê gerand heta min çend rûpel jî xwend lê min fêm ne dikir. Em hînê xwendinê bibûn lê tiştê ku me dixwend dihatin çi wateyê me fêm ne dikir. Ez di zû xwendinê da yekemîn bûm. Kes nikaribû qandê min zû tirkî bixwendina. Roja din min bîst rûpel xwend lê bê feyde min ti tişt fehm ne dikir.

Wext derbas bû, bû roja înê. Mamoste yeko yeko me derxist textê û got “Anlat bakalım? Ne anladın kitaptan?” Digot ka bêjê te çi fêm kir. Min di dilê xweda digot “Quran min tu gû fehm nekir!” Tiştê ku dihat dilê min ji tirsa nedihat zimanê min. Min nikaribû tu tişt qal bikim. Min çavê xwe avêtibû ser betonê û sekinî bûm. Mamoste ji nişkava got “Yüzüme bak lan (Li çavê min binêre ulan)” Min li çavê wî jê nêrî lê bê feyde. Got”Okumadın mı?(Te nexwendiye?)” Min got “Okudum ortmenım(Min xwend mamoste)” Bi hêrs li min nêrî û got “Aç ellerini (Destên xwe veke)” Min herdû destê xwe vekir bi şiva ku di destê wî de bû deh heb li destê rastê deh heb li destê çepê da. Çavê min tijî bû lê ez negiriyam . Ê ku negiriyana du heb sê heb zêde li wan dixist. Ewro hemû xwendakar yeko yeko me jê lêdan xwar. Ê digiriyan ê diperpitîn lêdana xwe dixwarin zûzûka li cîhê rûdiniştin û destê xwe didan ser nigê masê. Ji ber ku nigên masê hesin bûn û piçek cimidî bûn êşa me sivik dikir. Cardin eynî pirtûk da me û got “Haftaya okumayan gelmesin (Hefta ku were ê ku nexwendibe bila neyê)” ji ber vê tirsê min kitêbê nav çar roja da du car xitim kir. Lê bê feyde piştî ku kitêb xilas di bû min tu tişt nikarîbû bigotina. Min nêrî wisa nabe. Ketim nav fikra ku ez ê çawa ji lêdane bifilitim. Min nêrî tu rêkî nîne min got “Encax ez pirtûkê ezber bikim ezê kari bim hin tişta bêjim û ji lêdane xilas bim.” Min dest bi ezber kirina “Gulluver’in Gezileri (Ger û Geştên Gullivero” kir. Du roja da min 12 rûpel ezber kir. Xwesteka min ezberkirina kitêbê tev bû. Lê min mêze kir lêdan ji ezberkirinê hêsanetire min dev ji ezberkirinê berda.

Roja înê hat mamoste min derxist ber text û got “Okudun mu Omer (Te xwend Omer)” Min got “Üç defa ortmenım (Belê mamoste. Sê car min xwend)” Got “Başla (Dest pê ke)” min ji rûpela yekemin dest pêkir 4 rupel ji ezberî xwend. Carna jî min li hevalê xwe dinêrî ez ewqas bawer bûm ku ez ê vê carê lêdanê nexwim. Ez gihiştibûm rûpela sêyem mamoste ji nişkava serê xwe rakir “Sen kitabı mı ezberledin lan? (Te kitê bê ezber kir ulan) Min bersiv ne da. Awêrên wî wek rivînê min dorpêç dikir. Herdu çavên xwe avêt ser min û dîsa got “Aç elini (Destên xwe veke)” Wek kêra ku dabû ber sitiyî miyê min bê çare destê xwe vekir. Bi şiva ter deh heb li destê minê rastê neh heb li destê minê çepê xist. Şiva xwe rakir ku a deha jî li destê minê çepê bixe hêsir ji çavê min hatin xwarê. Şiva wî li jor sekinî. Çimkî ez li ber wî qet negiryabûm. Got “Geç yerine (Derbasê cîhê xwe be)” Min rondikê xwe bi destê xwe paqij kir lê jana min bû duqat. Rondik germ bûn destên min jî germ. Derbasê cîhê xwe bûm û min destê xwe danî ser hesinê nigê masê. Ew hesin ji kezaba wî bênamusî bi rehimtir bû.

Piştî lêdanê Ez hertim difikîrîm belkî ez û hevalê xwe em wî karibin bavêjên erdê û derkevin ser dilê wî û heyfa xwe jê bistînin. Ew ne ji van deran bû. Hatibû warê me wek Gulliver. Ne zimanê me ne ji jiyane me fêm dikir. Lê ew wek Gulliver zîrek jî nebû. Ev pênc sal bû li gundê me bû lê bi herfek kurdî nizanîbû. Ez mezin bûm sal derbas bûn ew bênamûs ji mamostetiyê ji hinceta endamê Fettullahçiya ye hat avêtin. Ez îro li zanîngeha Egeyê beşa rojnamevaniyê dixwînim ev nivasa mina ewile û bi zimanê mine. Min ev nivîs piştî weşanxaneya Aram klasikên zarokan weşand û di nav wan pirtûkan de Ger û Geştên Gullivero dît nivisand. Piştî wê lêdanê heta îro min qet ew pirtûk nexwend lê ez ê îjar ezber nekim ez ê bi zimanê xwe bixwînim.