spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Trajediya koçberên kurd!

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Pirsgirêka koçberan a li ber deriyê Yekitiya Ewropayê, bêyî jê re çareseriyek bê dîtin didome. Bi hezaran koçber bi hêviya ku derbasî Polonyayê bibin, li ser sînorê vî welatî ji aliyê eskeran ve hatine sekinandin.

Esker ji bo pêşî li derbasbûna wan bigirin gelek caran darê zorê bi kar tînin. Koçberên ku piraniya wan ji kurdên başûrê Kurdistanê ne, li daristanên ku dişibin kampên ser vekirî dimînin. Di vê demsala sar de jin, zarok û temenmezin zehmetiyên pir giran dijîn. Koçberên bêçare hatine hiştin li benda alîkariyê ne. Saziyên alîkariyê tevî hemû astengiyan kêm be jî hewl didin alîkariyê bigihînin koçberan. Tevî alîkariyên kêm jî zehmetiyên ku koçber dijîn pir in.

Di vê rêwîtiya bi êş de haya niha herî kêm 3 kesên ji Başûr ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane. Artêşa Polonyayê jî 7 cenaze li rex sînor dîtin.
Li ser vê êşa koçberan rêvebiriya Polonya û Belarûsyayê hev sûcdar dikin. Di vê krîzê de herî zêde jî li ser rola Tirkiyeyê tê sekinandin. Ji ber ku sicîla Tirkiyeyê di mijara koçberan de paqij nîne, saziyên navneteweyî balê dikişînin ser pêkanînên Tirkiyeyê, bi taybet jî qaçaxçîtiya mirovan. Komên qaçaxçî yên li Tirkiyeyê hatine avakirin rojane bi dehan mirovan bi hêviyên xapînok ber bi sînorê Ewropayê ve rê dikin. Ev torên bazirganiya mirovan her roj kom bi kom mirovan ber bi taritiyê ve bi rê dikin.
Li gorî ajansên navneteweyî di veguhestîna mirovan de Tirkiye, Qeter, Belarûsya û rêvebiriya PDK’ê xwedî rol in. Bi taybet konsolxaneya Belarûsya ya Bexdayê ji ber dayîna vîzeyan tên tewanbarkirin. Dewleta tirk û Qeter jî bi rêya şîrketên xwe yên balafiran di nav vê tora qirêj de ne.

Di vê mijarê de rojnameya Bildê ya almanî bi analîzekî bal kişandibû ser rola Tirkiyêyê ya di vê trejediyê de. Rojname radigihîne ku dewleta tirk, Qatar û Rûsya ji balafirgehên Moskow, Stenbol, Antalya, Hewlêr û Şamê kurdan dibin paytexta Belarûsyayê ya Mînskê.
Der barê mijara li ser têkiliyên navbera Tirkiye û rêvebiriya PDK’ê de jî tê sekinandin. Piraniya koçberan ji ber zextên PDK’ê reviyane. Bi van zextan ve girêdayî bêîstiqrarî, bêedalatî û xizaniya li herêmê wek sedem tên nîşandin. Gelek derdor rewşa koçberan dişibînin pêvajoya salên 90’î. Çawa xelkê başûrê Kurdistanê di sala 1991’î de ji ber zilma rejîma Baasê reviyan, niha jî ji ber pêkanînên PDK’ê koç dikin. Lê tevî vê trajediya ku li ber çavên cîhanê rû dide, PDK hîn jî ker û lal e.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê yê li Polonyayê Ziyad Raûf li ser mijarê ji Dengê Amarîkayê re axivî û têkildarî vê trajediya heyî agahiyên balkêş parve kirin. Li gorî agahiyên Raûf dayî penaberên derbasî Polonyayê bûne di îfadeya xwe de dibêjin, “Ez rojnameger im. Heger li Kurdistanê bimînim, dê min bigirin, îşkenceyê li min bikin.” Hin ji wan ciwanan jî gotiye, “PDK dixwaze bi zorê me bişîne şerê li dijî PKK’ê.”
Bêguman ev lixwemikurhatin ne tiştekî ji rêzê ye. Ev di heman demê de hevkariya dewleta tirk a bi rêvebiriya PDK’ê re jî radixe ber çavan. Lewma di koçberkirina van kesan de û tradejiya ku li ser sînorê Polonya û Belarûsê tê jiyîn, rola PDK’ê jî ne kêm e.