spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu bi qurbana zarokên xelkê bî

Macid Yusif

Çîrokeke hinekî dirêj e, heke karê te tune be bixwîne û heke karê te hebe hema dev jê berde. Carekê ez hîna biçûk bûm, ez ji firinê bê nan vegeriyam malê. Diya min got: “Lawo tu bi qurbana zarokên xelkê bî. Zarokên xelkê pîç in ê me kerpîç in.” Diya min piştî van gotinan pişta xwe da min û karê xwe yê malê berdewam kir. Ez gelekî aciz bûm, min destên xwe şidandin, serê xwe hevraz kir û bi hemû dengê xwe qîriyam û min got: “Aaaaaaaaaaaaa.”

Piştî wê tevgerê min biryar da ku ez jî bibim wek zarokên xelkê. Gava pêşî, min xwe aciz kir û pihîna xwe li koma cilan da. Di binê koma cilên diya min danîbû hewşê de kevirekî mezin hebû û xwînê di serê neynûkên lingê min re avêt. Min dîsa kir qîrînî û min deriyê hewşê bi hêrs vekir lê derî li nav guhê min ket û ez bi paşve li erdê dam. Diya min berê xwe da min û got: “Xwelî sero nizane aciz jî bibe, bi qurbana zarokên xelkê bûyo.”
Min hawar û gaziya xwe berdewam kir û ez derketim kolanê. Min dît ku Heseno li wir rûniştiye. Ez çûm û min jê re got: “Ez dixwazim bibim wek zarokên xelkê.” Heseno got: “Were dermanê te li ba min e.” Em çûn dikanê me 2 cixare kirîn û li ser kolanê me dûman bi ser xwe xist. Bû ihtezirta min. Heseno got: “Xem nake tu yê zû bielimî û ez ê di çend rojan de te bikim wek zarokên xelkê.”

Piştre Heseno got: “Temam ka em herin qada gogê wa ye çend zarokên bajarî li wir bi gogê dilîzin.” Em çûn ba wan zarokên bajariyan û Heseno ji min re got: “Here lîstika wan xera bike.” Min got: “Na lo guneh in.” Hesano got: “Mêro hem tu dibêjî ez dixwazim bibim wek zarokên xelkê û hem tu bi ya min nakî.”

Ez çûm û heta ji min hat min pihînek li goga wan da û gog çû û hey çû. Hew min dît hema tevan bi hev re êrîşî min kir. Min bazda û wan jî wek mêşên hingiv tevan li pey min bazdan.
Ez bêhnçikiyayî giham ba Heseno, min jê re got: “Wa hatin rabe alîkariya min bike.” Heseno got: “Na na tu dixwazî bibî wek zarokên xelkê divê tu baz bidî. Baz bide û xwe xelas bike, çênabe ez alîkariya te bikim.”

Her ez dibêjim lawo Heseno gihîştin min wê tev li min bicivin, were min xelas bike. Lê haya Heseno ji bayê felekê tune ye û wekî ku min nas nake tevdigere.
Werhasilî ez dirêj nekim zarokê bajarî li min civiyan û têra min li min dan. Ser û lingên min di nava xwînê de man. Heta ez vegeriyam malê dinya reş bibû, deriyê hewşê girtî bû. Min got bila kesek bi min nehise. Min li derî neda, min xwe di ser dîwarê hewşê re avêt hundir. Ez bi ser dara gulên muhemedî de ketim û laşê min tijî derziyê gulê bûn.
Min ji êş û hêrsa xwe dîsa kire qîrînî û got: “Aaaaaaaaaa. Malbat tev bi ser dengê min ve hat hewşê ku çi bibînin, ez di nava xwînê de mame. Diya min her du destên xwe dan kêleka xwe û got: “Weyla lawo Macido ez xêrê ji te nebînim û tu qurbana zarokên xelkê bî.”