19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu civak û mirov vê yekê qebûl nake

Nûnerên rexistinên civakî û partiyên siyasî yên li Amedê ji bo girtiyên nexweş serbest bêne berdan, banga  kirin. Rêxistinên civakî û partiyên siyasî di pêşengtiya Komeleya 78’an a Amedê de li Deriyê Çiyê yê Amedê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civakî zext û tundiya li ser girtiyan şermezar kirin û xwestin girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Li ser navê saziyên civakî Hevserokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş daxuyanî da û wiha got: “Girtiyên nexweş li gel raporên nexweşxaneyan nayên berdan. Dîsa girtiyên ku cezayê wan bi dawî bûye nayên berdan. Girtî mafê wan ê neteweyî û navneteweyi tê binpêkirin. Ji girtîgehan cenaze derdikevin. Ev nayê qebûlkirin. Em dixwazin zarokên me yên girtî bêne berdan. Ev mafê me yê zagonî ye. Em dixwazin zarokên me yên girtî serbest bêne dermankirin. Cenaze ji girtîgehê derdikevin. Ev li dijî mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî ye.”

Bariş, bertek nîşanî şewata înfaza girtiyan jî da û wiha lê zêde kir: “Girtî 30 salan li zindanê dimînin. Lê înfaza wan dişewitîne û wan bernadin. Piştî 30 salan girtî diminin û şûnde wan serbest berdidin. Ev nayê qebûlkirin. Li gel ku cezayê wan diqedin jî nayên berdan. Sedema vê yekê çiye? ATK diyar dike ku nikarin li girtîgehê bimînin. Lê dîsa nayê berdan. Van mirovan înfaz dikin. Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin. Zarok û ciwanên me di zindanan de dihêlin. Em vê yekê qebûl nakin.”