Sunday, December 5, 2021

Tundiya Hestiyarî

Tundiya hestiyarî di nav cureyên tundiyê de ya herî zêde berbelav e û di heman demê de ya herî kêm tê behskirin e. Dîsa ya herî dijwar tê ferqkirin jî tundiya hestiyarî ye. Mixabin li seranserî cîhanê; gelek kes, hema bibêjin hemû zayend dikarin bi hestyarî mirovên li dora xwe bi tundiyê rakin. Kesên ku tundî li wan hatiye kirin dikarin di pêşeroja xwe de vê tundiyê li yeke/î din jî bikin. Ji bo mirov bikaribe vê çerxê xirabike, divê mirov pêşî vê tundiyê nas bike. Piştre divê van pirsan ji xwe bike; “Gelo ev tundî qet li min hatiye kirin?” û “Gelo min ev tundî li kesên din kiriye?”

Tundiya hestiyarî (tundiya derûnî, îstismara derûnî, îstismara hestiyarî) cureyek ji êrîş û îstismarê ye ku kirdar bi awayek hestiyarî kesên stembar kêm dike. Diçewsîne, bi sepandina cezeyan wî/wê ji civakê dûr dixe. Kirdarê ku vê tundiyê dike dengê xwe li ser yên mexdûr bilind dike. Wî/wê ditirsîne, sixêfan dike, tehdît dike, heqeretê dike, biçûk dixîne, her car rexne dike; liv, cil û berg, têkiliyên wî/wê kontrol dike, sînordar dike. Bi hesta xwe kêmdîtinê û bi awayekî sîstematîk tundiyê li mexdûr dike. Bi piranî di têkiliyên hestî de, di nav malbatê de yan li devera mirov lê dixebite tê dîtin. Di têkiliyên hestî de gelek mînakên vê tundiyê hene, dibe ku bê zerar dest pê bike lê kesê îstismarker wexta bibîne hûn nikarin xwe ji vê têkiliyê qut bikin, bi cureyên din û bi awayekî zêde vê îstismarê didomîne. Li gor zanyaran heger hûn di têkiliyeke toksîk (toksîk bi wateya yekanê jehr e, hema em wek tekiliya toksîk bikartînin di vê nivîsê de, wateya wê jî têkiliya ku zerarê dide me, me bextewar nake, diqeherîne jixwe bi piranî di mijara tundiya hestiyarî de tê bikaranîn) de bin û hûn nikaribin xwe ji wê têkiliyê qut bikin bizanibin ku di paşeroja we de jî têkiliyên bi vî rengî çêbûne, yan jî hûn bi têkiliyên wisa mezin bûne. Ev ne sûcê we ye, ji ber vê yekê xwe hesas û qels hîs nekin. Heke hûn di têkiliyeke wisa de bin teqez ji derdora xwe yan ji derûnnasekî alîkariyê bixwazin. Guman heye ku îstismarker jî di paşeroja xwe de hatiye îstismar kirin, têkiliyên wî/wê yên toksîk çêbûne, divê ew jî tedawî bibe. Jixwe em her carê li her deverê dibînin; tundî, tundiyê diafirîne.

Yek ji sedema dijwariya dîtin/hişyarbûna vê tundiyê jî di têkiliyê de tiştê baş e. Ji ber vê mirov kêliya îstismarê ji bîr dike yan di serê xwe de red dike. Wexta di nav malbatê de dê û bavê we tiştekî ku hûn dixwazin wekî bi tenê derketina derve û piştre bibêjin ‘Ez ji bo qenciya te vê dibêjim’ ev jî tundiya hestiyarî ye. Wek xoşewîst an hevjînê/a we bêyî xwe di têkiliyê de we kêm bibîne; wekî ku bêje “ku nikare bêyî min bijî, tu yê ne serkeftî bî, wê jiyana te serobino bibe” ev jî baweriya mirov a bi xwe dişkîne û dibe tundî. Wekî din hevalên me di nav civatan de bi henekî we kêm bixin an jî li cihê hûn lê dixebitin mînak; we kêm bibînin, bi piranî gotina we bibirin, we nehesibînin/nebînin. Li wê derê ya li hemberî we tê kirin, wekî mînak; dayîna karên riswakirinê yan karên kû pir zêdeyî we yan jî di bin kapasîteya we de be, ew jî dibe tundî. Her wiha derew û xapandin jî.

Wexta hûn bertekê nîşanî van kiryaran bidin û bibêjin ev tundiya hestiyarî ye, wê demê hin kesên li derdora we yan jî îstismarker dê bibêje “çawa çêbû fişal neke”. Bi piranî kesên bi zihniyeta erkî dijîn vê yekê dikin ev jî dibe tundî. Ji ber ku hestên we, ev tişta ku we jiyaye, bi vî awayî biçûk dikin, hûn di xwe de pirsgirêk dibînin, xeletî dibînin. Heke we li derdora xwe kesên wisa dîtin tiliya xwe bixin çavên wan (ne bi awayek rasteqîn/bi axaftinê). Tu tişt ji derûniya mirov, baweriya mirov a bi xwe girîngtir tune ye. Bi piranî dubareya tundiya hestiyariyê kesên mexdûr dixe bin tesîra tirsê/metirsiyê. Mexdûr ji ber wê metirsiyê tên asta dînbûnê, xwe depresîf hîs dikin, dixwazin bimrin, xwe bikujin, girêdayîbûna madê û alkolê dest pê dike, hestê xwe sûcdardîtin û fedîkirin bi wan re çêdibe.

Windakirina xwesteka cinsî, êşên cinsî û yên kronîk dest pê dikin. Yanî rê li ber nexweşiyên fizîkî vedike. Têkiliyên malbatî, civakî û zayendî xerab dibin. Her car westiyayî, bêxew an jî pirsgirêka zêde xwarin-qet nexwarin dest pê dike. Her mirov cîhanek e, ez dibêjim mirov dikare bi derûniyek baş bibe sedema laşekî baş jî û ruhekî baş jî. Wexta mirov baş be civak jî baş e.