20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya Israîlê ji gelek aliyan ve hate şermezarkirin

Di destwerdana hêzên ewlekariya Israîlê, ya li ser Mizgefta Mescid El Aqsa gelek filistînî birîndar bûn. Di dema ku filistînî li Qudsê li camiya Aqsa ji bo limêjê civiyabûn, hêzên ewlekariyê derbasî nava mizgeftê bûn û di navbera wan û filistîniyan de pevçûn derket.

Li gorî agahiyên heyva sor ya Filistînê di destwerdana hêzên ewlekariyê de 178 filistînî birîndar bûne ji wan 80 kes veguhestine nexweşxaneyan. Ji aliyekî din ve li gorî daxuyaniya polîsên Israîlê jî 6 leşkerên wan birîndar bûne. 

Li gorî agahiyên rêxistina heyva sor a filistînî piraniya birîndaran ji rû û çavên xwe bi guleyên plastîk û bombeyên deng hatine birîndarkirin.

Ji aliyekî din ve hêzên Israîl îdia dikin ku sedemê destwerdanê ew bû ku hin ciwanên filistînî kevir avêtine polîsan lê aliyên filistînî jî dibêjin ku pêşî polîsan li devê deriyê camiyê li wan xistine.

Piştî vê destwerdana tund a polîsên Israîlê ji gelek aliyan nerazîbûn çêbûn. Serokê Filistînê Mehmûd Abas got ku hemû nakokî û aloziyên ku li Qudsê û bi taybetî li Mescid El Aqsa tên kirin sedema wan hêzên Israîlê ne. Abas ev êrîşa dawî şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember binpêkirinên hêzên Israîlê bêdeng nemînin û filistîniyan biparêzin.

Her wiha ev êrîşên tund ji alî Erebistana Siûdî ve jî hate şermezarkirin û hate bibîrxistin ku ew kiryarên Israîlê ên valakirina malên filistîniyan ên li Qudsê nayên qebûlkirin.

Ji aliyekî din ve daxuyaniyên şermezarkirina vê tundiyê ji alî Urdunê, Misir, welatên Kendavê û Neteweyên Yekbûyî jî ve hatin şermezarkirin û bang li Israîlê hate kirin ku li gorî peymanên navdewletî tevbigere.

Li gorî texmînan derdora 70 hezar filistînî tevli limêja înê ya li Aqsayê bibûn.