Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

‘Tundiya li hemberî jinê polîtîk e’

Li gorî daneyên ajansa Jin Newsê meha adarê 34, nîsanê 34, gulanê 31 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin. Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî li 28 bajaran bi hezar û 873 jinan re anketek çêkiribû û li gorî anketê ji sedî 27 jin di pêvajoya vîrusa koronayê (Covid-19) de bi şîdetê re rûbirû mane. Ango ji 100 jinan 43 jin bi şîdetê re rûbirû mane. Her wiha piştî ku hikûmet vîrus kir hincet û bi lezûbez Qanûna Înfazê derxist û êrîşkar serbest berdan. Bi serbestberdanê re êrîşa li hemberî jinê zêdetir bû.

Bi tayînkirina qeyûman re gelek sazî û dezgehên girêdayî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin girtin. Li herêmê ligel ev qas astengî û zextan Komeleya Jinan a Rosayê hat vekirin. Ji bo tevahiya herêmê xebateke girîng da meşandin û bibû navnîşana yekem a jinê. Lê demek berê bi ser komeleyê de girtin û dest danîn ser belgeyên komeleyê û endam û rêveberên komeleyê hatin girtin.

Endama Avakar a Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata, der barê şîdeta li hemberî jinê û komeleyan de nêrînêm xwe anîn ziman. Ata, destnîşan kir ku şîdeta li hemberî jinê polîtîk e û wiha got: “Em li gorî daneyan her tim nirxandinên xwe dikin. Kuştin, mirin û her cureyên şîdetê ji hêla desthilatdaran ve pêk tê. Raya giştî niha ji kuştin û şîdeta li hemberî jinê re çavên xwe girtiye. Jinên ku li kolanan daxwazên xwe tînin ziman jî bi şîdetê re rûbirû dimînin. Ev tişt bi her awayî nayê dîtin. Ev tişt tê wateya şîdeta li hemberî jinê polîtîk e.”

Akad Ata da zanîn ku di serdema heyî de ji bilî Tirkiye û Kurdistanê di asta global de jî Tevgera Jinan a Cîhanê vê rewşê dinirxîne û nîqaş dike. Ata destnîşan kir ku Tevgera Jinan a Tirkiyeyê û Tevgera Jinan a Kurdistanê jî bi salan e bûne hêza herî dînamîk û aktîf a vê pêvajoyê û wiha pê de çû: “Em dikarin bêjin ku di van 20 salên dawî de li ser vê erdnîgariyê yek ji têkoşîna hat meşandin jî têkoşîna azadiya jinê ye û destketiyên wê yên mezin jî hene. Li ser esasê van destkeftiyan, li Amedê jin dibêjin, ‘Hevserokatî xeta me ya xemrî ye’.”

Ata, da zanîn ku ji bo jin destkeftiyeke din bi dest nexin, gaveke din neavêjin, polîtîkayeke şîdetê û zexteke zêde tê meşandin û mijar wiha şîrove kir: “Di serdema heyî de pêvajoya têkoşîneke 20 salan a ji têkoşîna 300 salên borî xwe xwedî dike heye. Em weke Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Jinan a Cîhanê weke mîrasekê qebûl dikin û em di roja me de li vê erdnîgariyê vê mîrasê mezin dikin. Em vê hem jî li erdnîgariya Mezopotamyayê ya jin herî zêde lê hatiye pelçiqandin, tune hatiye hesibandin, li cihê weke çîna yekem hatiye pelçiqandin em rêxistina pêşî û destketiyên pêşîn ên jinan derdixin holê. Li hember jinê bêtehemûliyek heye. Her wiha bi binçavkirin û girtinan hewl didin me asteng bikin lê li pişt van jî polîtîkayên stratejîk hene.” AMED